6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Vê carê jî li dijî ESP’ê operasyona hilbijartinê

Operasyonek beriya hilbijartinê li dijî ESP’ê jî hat kirin. Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu, edîtora ETHA’yê Nadiye Gurbuz û namzetên Partiya Çepên Kesk jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.

Du hefte ji hilbijartinê re man. Operasyonên beriya hilbijartinê jî bênavber didomin. Vê carê jî navenda operasyonê bajarê Stenbolê ye. Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê li dijî Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) lêpirsîn da destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de li 8 bajaran polîsan avêt ser malan. Di serdegirtinên malan de gelek rêveber û endamên ESP, SGDF, Meclisên Jinan ên Sosyalîst (SKM), Ajansa Nûçeyan a Ethayê (ETHA) hatin binçavkirin.

Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu, edîtora ETHA’yê Nadiye Gurbuz û namzetên Partiya Çepên Kesk jî di nava binçavkiriyan de hene.

Biryara veşarî danîne ser dosyeyê

Buroya Hiqûqê ya Bindestan li ser hesabê xwe yê Twitterê binçavkirina rêveber û endamên ESP, SKM, SGDF û ETHA’yê ragihand û diyar kir ku biryara veşarî danîne ser dosyeyê û dê parêzer 24 saetan nikaribin hevdîtinê li gel miwekîlên xwe bikin.

Navên kesên hatine binçavkirin

Navên kesên hatine binçavkirin wiha ne: Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu, edîtora ETHA’yê Nadiye Namoglû Gurbuz, endamê Meclisa Partiyê ya ESP’ê Ûgûr Ok, Namzeta Parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Stenbolê Bûrcû Ayyildiz, Namzeta Parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Îzmîrê Meryem Yildirim, Namzetê Parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Eskîşehîrê Muslum Koyûn, rojnamevan Serdal Işik, her wiha Leyla Can, Sadrettîn Polat, Selfînaz Goçmen, Hasan Polat, Sînem Çelebî, Kalender Polat, Merve Havali, Bedran Çogaltay, Adnan Ozcan, Ebrar Uz, F. Denîz Kanpolat, Tuncay Yildirim Ozen.