spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Hikumetê ji bo jinan di 20 salan de çi kir?’

Damezrînera Sendîka Karkerên Malê ya Îmce Mînîrel Înal û Azîme Denîz ya li dijî hepskirina malê azadiya aboriya xwe girt dest û diyar kir ku divê di 1’ê Gulanê de jin dest bidin hev û desthilatdarî bişînin.

Pîrozbahiya 1’ê Gulanê Cejna Karkeran li bajarên bakurê Kurdistanê û bajarên Tirkiyeyê di erefeya hilbijartinên 14’ê Gulanê de tê pêşwazîkirin. Amedekariyên pîrozbahiyê ber bi dawîbûnê ve diçe. Îsal karker û kedkar dê li qadan bal bikişînin ser kedxwarî, qeyrana aborî.

Damezrînera Sendîka Karkerên Malê ya Îmce Mînîrel Înal û Azîme Denîz ya li dijî hepskirina malê azadiya aboriya xwe girt dest, der barê 1’ê Gulanê de axivîn.

Ji bo mafên xwe têkoşin

Mînîreyê da zanîn ku Sendîka Karkerên Malê ya Îmece bi salane têdikoşe û bi hevkariya hevalek xwe têkoşîn nas kiriye bi salane bi hev re xebat meşandine. Mînîreyê wiha got: “Me li Antalyayê xebat meşand. Ji bo jinên karkerên malên, jinên li kal û pîran li zarokan dinêrin û paqijiya malan dikin mafên xwe bidest bixin em têdikoşin. Em hemû dizanin tu mafekî karkerên malê tune, ewlehiya teqawîtbûnê tune û her roj karê wan tune. Ji bo mafên karkerên malê em têdikoşin. Me perwerde da karkerên malê. Min Akademiya Supurge ava kir. Ev xebata du salan bû. Li Stenbol, Bursa û Antalyayê gelek perwerde dan.  Di mijara ewlehiya kar, tenduristiya karkeran de di mijara hiqûqa kar de me gelek perwerde da. Gelek destkeftiyên me hene. Piştevanî heye. Dozên em dişopînin hene.”

Li dijî hikumetê ligel karkeran

Mînîreyê, di encama atolyeyên pêk hatin de gelek jinan serî li sendîkayê da û wiha dirêjî dayê: “Gelek jin mafên xwe bizanibin jî nikarin îfade bikin. Lê bi Îmeceyê xwe zêdetir ewle hîs kirin. Sendîka me sendîka jinan e. Damezrîner û serokên wê jin in. Endamên wê jin in. Sendîkayeke ku li dijî hikumetê ye û ligel karkeran e.”

Yek mûçe û barê kar yê giran

Mînîreyê, diyar kir ku pirsgirêka herî mezin a karkerên malê bê sîgorte bûn û şertên bêewle yên xebatê ne û got: “Dema pandemiyê de kerkerên malê ji tu tiştekî fêde negiritn. Ez jî heman demê de karkera malê me. Di mala dawî de ez lê dixebitîm de du zarok 4 sewal hebûn. Jin û mêr dest ji hev berdabûn.  Rojekê li mala jinê bûm rojekê li mala mêr min paqijî dikir. Rojên şemiyan nîv rojê dixebitîm. Lê yek mûçe û barê kar pir giran bû. Keda me dihat binpêkirin.”

Bila ILO-C 189 bê îmzekirin

Mînîreyê weke sendîka daxwaz anî ziman û  got bi salane ILO-C 189 tînin ziman û got di encama vê îmzekrina vê peymanê de wê pêşiya gelek mafan bê vekirin û wiha axivî: “Ev peyman bo karkerkên malê gelek başe. Ev peyman bê îmzekirin em ê bibin xwedî gelek mafan. Ev peyman li gelek welatan hat îmzekirin. Lê welatê me îmze nekiriye. Ez berê karkera malê bûm. Di pêvajoya kar de min gelek qezayên kar derbas kirin. Min binpêkirinên maf jiya. Me bi Îmecê  doz vekir lê hêza me ya aborî û manevî tune bû. Piştî 5 salan şûnde dozger red kir. Hinceta wan jî ev bû mehê tenê 10 rojan dixebitim.”

Hikumetê 20 salan de ji bo jinan çi kir?

Mînîreyê der barê hilbijartinên 14’ê Gulanê de jî axivî û got  ew bi biryarin ku desthilatdariya AKP-MHP’ê ku pêşî li gelek binpêkirina mafan vekiriye, bişînin. Mînîreyê wiha dawî lê anî: “Em ji AKP’ê bêzar bûne. Em dixwazin biçe. Hikumeta AKP’ê di 20 salan de ji bo jinan çi kir gelo. Tenê rê çêkirin. Ji xwezayê çi kirin. Ji bo karkeran ji bo jinan çi kirin? Hêviya me ev e ku biçe. Em wek sendîka wê 1’ê Gulanê de li qadan bin. Em bang li hemû jinan dikin ku em bi hev re têbikoşin û bi hev re qezenc bikin.”

Di malbatê de tenê dixebite

Azîme Denîza ji Mûşê ji ber sedemên aborî koçî Stenbolê kiriye tekstîlê dide xebitandin û 5 sal in tevî hemû astengiyan karkeriya xwe dixebitîne. Azîmeyê wiha nêrînê xwe anî ziman: “Dixwestin jin nexbitin, li malê rûnin li zarokan binêrin. Di malbatê de weke jin ez tenê dixebitîm. Nedixwestin ez bixebitim. Lê min ji xwe bawer kir. Jinan piştgirî da min. Min ji gelek jinan re qada xebatê vekir. Hejmara jinên dixebitin her tim  diguhere. Carinan 10 carinan 20 jin dixebitin. Jinên ligel me dixebitin carinan dibêjin malbatê wan nahêlin. Lê ew dîsa jî bi biryar in.”

‘Bila jin dakevin qadên 1’ê Gulanê’

Azîmeyê dawiya axaftina xwe de da zanîn ku ji bo dengê xwe bilind bikin wê biçin qadên 1’ê Gulanê û ji bo pergalê jî biguherin wê biçin ser sindoqan. Azîmeyê daxuyakirin ku wê  li qadê be û bang li hemû jinan kir ku tev li pîrozbahiyên 1’ê Gulanê bibin û daxwazên xwe bînin ziman.