Rojnameya Heftane

Vace-Bêje

Kenan Colemêrgî

Demek dirêj di navbeyna nivîsa yekem û vê nivîsa han de derbas bû. Ji ber vê yekê pêwistiya çend pênaseyên biçûk hene digel vê nivîsê.

Me di nivîsa din de xwest hinek qala dengî bikin, ka çawa deng bû amûrek veguhastinê û taybetiyên dengên xwezaya me çi bûn.

Hûn jî dizanin ku dengê vê erdnîgariyê bi rûpelek nivîsê naqede. Em behsa dengek 20 hezar salî dikin û ev behs pêdiviya zanistiyên cûr bi cûr heye ku mirov têbigehe ka ev amûra veguhastinê(deng) çawa ava bû û heta roja îro hat. Ji bo deng, hinek cerebeyên xweza û jiyanî pêwîst in, piştî van hemû cerebeyan bi dengan bêje an ku peyv ava dibin, paşê ev hemû bi hevûdu ve dirisin û amûrek veguhastinê ava dikin. Li cem me ev amûr, dengbêj in û ji hêmanên deng û bêjeyê pêk tê. Digel van hêmanan bîrek berfireh jî heye helbet, bîra bûyeran, dengan, bêjeyan û girêdanên dîrokî. Ku ev amûra veguhastinê bikaribe van hêmanan pêk bîne, hewce bi şarezabûnekê heye, weke bênderekê van hêmanan têkil dike û yan formeke nû ava dike, an jî destanekê, çîrokekê, stranekê û hwd. ava dike. Jêhatinek wisa ye ku bi kontrolek bilind cureyên vokalê didomîne, digel vokalê, bi laş, deng û mijarên bihîstî ve bizarek bêhempa dike. Kesên ku lê dinêrin û lê guhdar dibin, dikevin nav mijarê û ew jî jêhatina xwe bi lêkanîn û fêmkirinê nîşan didin.

Dengan bi bîra çiyayan bêje afirandin

Demekê ji bo tomarkirina destanekê em çûne li cem dengbêjek Colemêrgê, em rûniştin û me pirsiyarên xwe kirin, dengbêj navberekê li gorî xwe nirxandinek kir, got ku; “Lawje hûn dizanin çi ye? Lawje, law-wêje, law-bêje, law-bêjî ye.” Li vir nirxandinek tijî tûrikê bîra hezar salan kiribû. Ew hem dengbêj, hem zimanzan, hem rûspî, hem zanayek bêhempa bû wê demê. Law, li cem colemêrgiyan ji tiştên rind re tê gotin, jixwe bêje jî tê wateya peyvê. Wateyek wiha ji peyva lawjeyê derdiket; ‘rindgotin’, tiştek bi xemla xwe ve gotin. Bi reseniya xwe de wisa bû, harmoniyek ava dibû û ji vî tiştê rind û xweş re digotin; lawje.

Bi demên dirêj ev di bîra min de xwe hilavêt û avêt. Heta rojekê rastî pîrejineka nanpêj hatim, li ser tenûra xwe qelûna xwe hilkirî, digel paleyên xwe yên nanpêj diaxivt. Heke kesek li van deran di pêşiya tenûrekê re derbas bibe divê para xwe ya nanê germ ji wê tenûrê bigire. Bêhnekê rûniştim û navberekê pîrejin, ji nanpêjek bêdeng û ponijayî re got; “heşko”avang”êt vê hatîne!” dema wiha got, mûyên serê min qij bûn. Bêhna vê peyva resen û xav ji bêhna nanê tenûrê tûjtir hate kepê min. Min pirsyar kir; “Xalet, Avang çi ye?” Xalet keniya û got; “Ew deng û wehiya ku ji pêxemberan re tê, aha yên me jê re digotin Avang”

Wê pîrejinê, hem peyvek gelek nas hem jî peyvek gelek dûr û bîyanî digot. Ev ji ‘Veng’ê dihat, ew ‘veng’a ku bi guherîna dengên ‘v-d’ bûye ‘Deng’. Jinek colemêrgî hem peyvek gelek kevn bi kar tînand û hem jî bê haya xwe bi kirmanckî an ku bi zaravayê kurdî ya yekem bêjeyek bideng dixist. “Avang tê wateya “Wahî”yê, wahiya ku ji zimanê erebî belaveyê zimanên derdoran bûyî, ji “waḥy وحي” tê û li cem zimanê erebî wate dibe; “agahiya ku ji afirîneran tê, dengên ji mirov ava bibin.” Li vir şîroveyek berfireh em dikarin li ser “Avang”ê bikin; Avang, tiştê ku ji veng-deng tê û vediguhêze gotinan an jî wekî din dengê ku êdî bibe “bêje”. Wê pîrejinê raveya çend hezar salan digel nanpatina xwe kir. Veguhastin tiştek wiha bû, çandek tijî deng û çandek ji tijî dengan bêje, peyv…

Dengan bi bîra çiyayan bêje û peyv afirandin, peyvên têr û tijî, wisa ku di nav xwe de çand û dîroka cîhanê dihewîne.

Deng û Bêje an jî Veng û Vaje Çawa Pêk Hatin?

Hûn li çiya û zozanên Colemêrgê bigerin, dê bi hezaran wêneyên ser keviran bibînin; şikl û wêneyên pezên kovî, teyr, gurg û teşeyên nenas, teswîra mirovên nêçîrvan û hwd. Mirovan 10 hezar sal berî niha çîroka xwe, bûyerên bandorkirî, bawerî û jiyana xwe bi vî awayî xwestine veguhezînin nifşên piştî xwe. Em dizanin ku mirovahiyê xwe nas kiriye heta niha xwestiye cerebeyên xwe û jiyana xwe bi awayekî vebêjin û derbasî nifşeke din bikin. Şikil û teswîr sînordar bûn ji veguhazê re lê belê deng ne wisa bû. Bi avaya deng, dikarîn bandora veguhastinê xurtir bikin, bi deng dikarîn pênaseyên berfirehtir û hevalnavên cûrbicûr biafirînin. Ji “Veng-Deng”ê “Vace-Bêje” afirandin û pêkanîn. Ev bi xwesteka mirovên çiyayî pêk hat, çandek wisa afirî ku bi hezar salan veguhezî, ev çand dengbêjî bûn.

Di vê sedsalê de mirov hêdî hêdî xwe wenda dike, hest û raman bi amûrên teknolojîk kêm dibin, jiyana hevpar û civiyanên germ cihê xwe ji takekesî û dûrmanê re dihêle. Heke tiştek hebe ku di vê demê de hevsengiyekê çêke ew jî ev bêje û deng in, ev çanda devkî ye. Dinya vê demê li dûv çanda devkî ye, gelek saziyên cîhanî, yek ji wan UNESCO êdî xebatên xwe zêdetir ji çanda devkî re lêkve dike, van mîrateyan digire di bin qeydê de û weke mîrateyên cihanî lê miqate dibe.

Em di nav behra deng û bêjeyan de ne, mixabin ku melavaniyê nizanin.

Li Mezopotamyayê gelên jiyayî, digel xwe hevparî û guherînên cûrbicûr anîn, bi vê yekê re ziman, kiryar, formên muzîkalî û nirxên çandî bêtir zengîn bûn û bi pêş ketin. Pêşengiya vê pêşketin û zengînbûnê çand û muzîka kurdî dike.

Cîhan hê jî hay ji vê gencîneya kurdan nîne. Divêt kurd her cihê ku lê dijîn muzîk û çanda xwe ya devkî belge bikin, navendên dokumantasyon û arşîvên dengan ava bikin, bi pergaleke xurt divêt lêkolîn û xebatên xwe bidomînin, tomarkeriyê bidin hezkirin û piştgirtiyan bikin. Em niha li destpêka dawiyê ne. Peywira me hemûyan e ku muzîk û çanda kurdî bigehînin ber dinyayê, ber bîner û guhdarvanan; dîrok, wesf û çawaniya muzîka kurdî divêt baştir fêm bikin û van agahiyan divêt di qadên akademîk de belav bikin û biweşînin.

Divêt miqateyê deng û bêjeyên xwe, dengbêjên xwe û miqateyê ev çanda kûr û qahîm bibin. Belê em di nav behra deng û bêjeyan de ne, nizanin melavaniyê bikin lê belê ew behr bi herikîna xwe dê me her bi pêş bixe, ne tenê bo kurdan bo tevahiya cîhanê, hineke din melavanî, soberî hewce ye, bes hineke din…