10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Vêxistina agir û sondxwarin

Agîd Yazar
Agîd Yazar
Di sala 1973'yan de li gundê Banqîrê bi ser navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ji dayik bûye. Di sala 1997'an de li Mêrsînê di rojnameya Azadiya Welat de dest bi rojnamegeriya kurdî kiriye. Rojekê di xewna xwe de dibîne, di nava kevne-bajarekî dêrîn de, axa kendalekî dikole. Her ku axa kendêl vedixepirîne, qelemên her yek bi rengekî cûda, bi dest wî ve tê. Ew dem û ev çax, miqîm di nava kar û barên nivîs, lêkolînerî û geştiyariyê de ye, ne kêm ne zêde.

Di xeleka berê de min qala têkçûna Lîdyayê kiribû. Bê çawa piştî bêbextiya navxweyî ya bi destê Harpago, zir-împaratoriya Medan a dêwasa hilweşiya. Paşê jî hema li dû Împaratoriya Medan, dewleta Lîdya yê, ya hevalbendê Medan/Kurdan jî, bi destê heman Harpago yê bêbext hat hilweşandin û ket bin nîrê Kuroj ê Persî û Harpagoyê Medî.
Piştî têkçûna Lîdyayê, vêca artêşa di bin fermana Harpago de bû, arasteyî welatê Likyayê dibe. Fermo, çîroka qewmê rohnkahîyê a mişt bi êş û ew çend jî serbilnd bixwînin.

Lîkya; Dahênerê pergala demokrasiyê

Lîkyayîyan, ji xwe re digotin Lûkka. Ango welatê ronkahî yê, ango welatê rojê. Min berê jî gotibû: navê Lûkka, Lîkya, Lûwî, ji reha lempe, lukuz û rohnkahiyê tê. Û heke lêkolîneke kûr were kirin, ew ê şik jê re nemîne ku ew ê were dîtin ku ev şaristaniya xweşik, xwe digihîne pêşiyên kurdan ku bi zimanê meriv xwe pê wurre bike, jê re dibêje proto kurd.
Sînorê welatê Lîkyayê, mîna kevanekê ji deryayê dest pê dike;  ji hêla rojava ve ji çemê Dalaman a Mûglayê destpê dike, ber bi hêla bakûr ve hildikşe, beşeke erda Denizlî û Bûrdûrê, hêla başûr digre nava xwe û di ser Elmaliya navçeya Antalya re derbas dibe tê xwe berdide li ser Kemera navçeya Antalya dide. Niha ji vê kevana ku sînorê welatê Lîkyayê digere nava xwe, jê re dibêjin “nîvgirava tekke yê”
Welatê Lîkyayê, hingê welatekî xwedî pergaleke demokratîk bû ye. Çi biçûk, çi jî mezin, 23 heb bajarê wê hebû. Ji van her 23 bajaran, şeş heb jê ji bajarên mezin bûn û her yek ji van bajaran, xwedî taybetiyeke serbajarî bû. Ev her şeş bajarên mezin ev in: Paytext Patara, paytext Santos, Tlos, Pinara, Miyra û Olîmpos.
Her sal payiza paşîn, li van her 23 bajaran hilbijartin pêkdihat. Bajarê mezin, sê kursî, bajrê biçûk(navçe) du kursî, bajarê biçûktir(bajarok) kursiyek, bajarê herî biçûk jî(gund; sê heb gund) kursiyek hildibijart û nûner dişand meclîsê. Ji bo serokê meclisê jî, divyabû her sal ji herêmekê bihata hilbijartin.

Nûnerên dihat hilbijartin, ji wan re digotin “ark” ango em bibêjin walî, yaxwud parlamenter. Lê gava em “ark”ê wergerînin kurdiya xas, meriv dikare jê re bibêje “erk-dar” Dibe koka van her du peyvan yek bin. De min berê jî gotibû; koka Hattî/Hîtît, Hûrrî, Mîttanî û Lûwîyan yek e. Ev şaristanî û hinekên din hevçaxên hev in û ev tev jî pêşiyên kurdên niha ne. Lema jî pir xwezayî ye ku zimanê wan jî yek bin. Gelek dab û nerîtên wan yek in. Li ser meselê, kesekî Lîkyayî, bi navê diya xwe dihat naskirin. Li ba me kurdan jî heman tore berdewam e. Wek nimûne: Evdal; Evdalê Zeyinikê û hwd.

Tişta herî girîng û balkêş ew bû ku jin jî wekî “ark” ango erkdar dihatin hilbijartin û dişandin meclisê. Kesê leşker bûya, bi ti awayî nedihatin hilbijartin.
Em ji mijara bingehîn bi dûr nekevin û em dîsa vegerin li ser welatê Lîkya, bajarê Santos ê ku navê xwe yê din jî Arnna bû. Bi kurtasî be jî min li benda jor qala pergala rêveberiya vî welatî kir, bê çawa bi rengekî demokratîk dihat bi rêvebirin. Lîkyayîyan ji vê pergala xwe re digotin “Sympoliteia” Bi kurtasî meriv dikare jê re bibêje pergala federetîf. Tê gotin, Yekitiya Dewletên Amerîka, ji ber vê pergala Lîkyayê hatiye girtin.

Di cîhanê de cara yekemîn meclisa ji hêla gel ve dihat hilbijartin, li welatê Lîkyayê pêkhatiye. Ev meclis, li serbajar Patara ye û beriya zayinê di sedsala 800-700 de hatiye avakirin. Du heb serbajarê Lîkya hebûn. Yek Patara bû, ya din jî Santos ango Arnna bû. Kar û barê siyasî li Patara dihat bi rêvebirin, yên îdarî jî li Santosê bû. Niha jî mijara me ya bingehîn, ev serbajarê îdarî, paytext Santos e. Lewra ev bajarê lehengên ewsanewî û mîtolojîk in. Her wiha bajarê mirovên azad û êşên giran in.

Şêniyên Santosê agir berdan canê xwe û dîl neketin destê dijminan

Piştî paytexta Medan Ekbatan û paytexta Lîdya Sardê/Sardesê, vêca Harpago berê artêşa xwe dide Lîkyayê,  bajarê Santosê. Santos li  bajarokê Kinik a navçeya Kaş a Antaly, li ser du girikan hatiye avakirin. Çemê Eşenê di rex Santosê re derbas dibe, hellanê zer, ji çiyayê Torosê bi xwe re tîne û diçe dirje Derya Sipî. Bajarê Santosê, navê xwe ji vî çemî wergirtiye. Santos, tê wateya rengê zer. Gava meriv li vî çemî dinêre, bi rastî jî rengê xwe ji ber herî hellanê ji çiyayê Torosê tê, rengê xwe zer e. Balkêş e, navê Sard(sardes) a paytexta Lîdya jî navê xwe ji kevirê kuwarsê rengê xwe zer wergitibû.
Santos-Sard-Zerd, hemû tê wateya rengê zer. Ango koka van navan yek in. Peyva rengê “zer” jî di nava demajoya hezaran salan de, di zimanê kurdî de teşeya xwe ya herî dawî wergirtiye. Niha em jê re dibêjin zer.
Santos, li rexa çem û li serê gir hatiye avakirin û ji pahnava mêrga li jêra gir heta deryayê raxistî re hakîme. Xelkên Santosî, hinek ji wan havînan diçin zozanê Elmaliyê, hinek ji wan jî dimînin li bajêr.

Rojek ji roja havîna B.Z  sala 545’an. Harpagos, tev li artêşa xwe ya giran, tê xwe dispêre devê deriyê keleha Santosê. Simên hespê artêşa Harpago, nola mîrkutan deşta Santosê dikute. Erd û ezman ji ber rimerima artêşa Harpago dilerize. Harpago, doza xwe teslîm bikin û bibin kole, li xelkê Santosiyan dike. Yan na, divê ji nava mirinan, mirinekê ji xwe re bineqînin.
Artêşa Santosê, li hember artêşa Harpago pir hindik e. Ti şensê wan li hember artêşa Harpago tine ye. Lê dîsa jî ji ber wan danaxwe. Sond û qesemên giran dixwin ku ew ê bên kuştin, lê ew ê xwe nedin destê dijmin. Sondxwarina wan, sondxwarina mirovên azad e; sondên bê vegerin. Çawa tîra bê avêtin, careke din li kevanê venagere, çawa seriyê şûrlêketî, careke din li gewdeyê xwe venagere, çawa birûska ezmanan, li ewrê xwe yê jê veqetyayî venagere, mirovên azad yên Santosî jî wanî sonda xwe naxwin û ji sonda xwe venagerin.

Heta ji wan tên, di şerê xwe de texsîr nakin. Di êrîşa ewil de, pir ji şervanên Santosî tên kuştin. Pir ji artêşa Harpago jî tên kuştin. Lê xwedê pergala Harpago belav bike! Nola dijeje, heta dar û berên Torosê jî kiriye leşker û aniye li Santosa xopan civandiye. Ji berê de dibêjin, pirranî, mêranî betal kiriye. Û çiqas ji wan tên kuştin jî, ji wê artêşa giran kêm nabe.
Yekîneyeke bi tenê ji şervanên Santosê difilitin. Ew yekîne li kelehê vedigerin. Deriyê kelehê li ser xwe digrin. Tên, agirekî mezin ê ji wan agirekî kulxan pêdixin. Beriya pêşîn, embarên sexrîrê, gencîneya bajêr û tiştên xwe yên giranbuha tev davêje nava pêta êgir. Çawa dibêjin, naxwazin kurçûmekî talan jî ji neyarê xwe yê gewî re bihêlin. Paşê ajalên xwe, dişewitînin. Paşiya paşîn jî kalepîr, pîrejin, çiqas kole yên heyî, jin û zarok, tev de bi hev re xwe davêjin nava pêta agir. Ji dêlva dîl têkevin destê neyar, razîne xwe bavêjin hembêza pêta agir a sotîner. Û dibe qirçeqirça bedenên nazik yên Santosiyên mexrûr û pozbilind. Ên newêrin xwe bavêjin nava agir jî, diçin başûrrojavayê bajêr li ser kelatê. Ewil zarokên xwe davêjin, li dû zarokên xwe, ew jî xwe di çemê Santosê yê zer diherikî, werdikin.
Tenê dimîne ew yekîneya leşker yên ji ber êrîşa ewil filitî. Ew jî cara dawî dest didin hev, bi sondên bêfutu, bi sondên ji wan sondên qutufîner sond dixwin, heta yek ji wan bimîne, ew ê li hember Harpago yên çavsor û gewî şer bikin û heta destê wan bikaribin bi kevza şûr bigre, ew ê şûrên xwe dawşînin dijmin.

Wer jî dikin. Mîna lehengan, li ber xwe didin. Heta henaseya xwe ya dawî jî, mîna mirovên azad, wanî li berxwe didin. Nola dibêjin, serkeftin e, di vê rê de têkçûyin.
Gava Harpago dikeve hundirê bajarê Santosê, bavooo ji xwe re çi bibîne! Bajerekî tevî dar û ber, tevî zar û zêç, tevî kal û pîrên xwe, tev bûne rijik û qirrika reş.
Girrê Harpago dimîne di dilê wî de. Rihê wî yê nexweş û pîskopat, di dilê wî de pîr dibe û li rehjenê canê wî werdigere.
Mêrxas û jinxasên Santosî, bi vê çalakiya xwe ya xwekuştina bi komî, têkçûyîneke bêhempa bi Harpago didin tahmijandin.