18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Vîyan: Divê rêxistinên mafan bo azadiya Rêber Ocalan têbikoşin

Hevseroka Yêkitiya Hiqûqnasên Kobanê Viyan Eyub, bertek nîşanî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin da û xwest rêxistinên mafên mirovan ji bo azadiya Ocalan têbikoşin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji 15’ê Sibata 1999’an ve li Zindana Îmraliyê di şertê tecrîdê de tê ragirtin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 24 sal û 10 meh in di yek hucreyê de li Girtîgeha Girava Îmraliyê, tê tecrîdkirin. Zêdeyî 3 sal in bi tu awayî malbat û parêzer nikarin biçin hevdîtina Abdullah Ocalan. Hevseroka Yêkitiya Hiqûqnasên Kobanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Viyan Eyub, der barê rewşa Îmraliyê û nêzîkatiya hêzên navdewletî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de, ji Nûçegîhana JINHA’yê Norşîn Ebrî re axivî.

‘Dewleta Tirk mafan binpê dike’

Viyan Eyub, diyar kir tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan derveyî hiqûqê ye û axivî: “Hemû cîhan dizane ku; tu metnekî hiqûqî ya vê tecrîdê heq derbixe nîne. Tu sûc û binpêkirinek nekiriye, berovajî vê helwestek wî ya siyasî heye. Diyar dike ku çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn ji çareseriya pirsgirêka kurd derbas dibe. Wek hemû girtiyên cîhanê mafê Rêber Abdullah Ocalan jî heye ku bi malbat û parêzerên xwe re bi awayekî periyodik hevdîtin pêkbînê. Lê dewleta tirk mafên ku divê bi giştî ji girtiyan re û bi taybetî jî ji bo Rêber Abdullah Ocalan bê dayîn, binpê dike.

‘Mafê hêviyê mafek yasayî ye’

Viyan Eyub, anî ziman dewleta tirk Abdullah Ocalan ji mafê hêviyê bêpar dike û wiha got: “Li Tirkiyeyê hemû girtiyan ji vî mafî sûd werdigirin û li ser vê bingehê gelek xal hene. Li ser vê bingehê dema girtiyek çend salan ango piştî nêzî 20 salan di girtîgehê de bimîne, ji girtiyê re mafê hêviyê tê dayîn û ger cezayê wî/wê muebbet be, tê serbest berdan. Ev mafekî ku her girtiyê eleqedar dike ye. Dema wextê girtina Rêber Ocalan a ji 24 salan zêdetir tê berçavgirtin, divê mafê hêviyê bê dayîn, lê Tirkiyeyê ev maf neda wî.”

‘Tecrîd her tim tê nûkirin’

Viyan Eyub, da zanîn dema girtiyek siyasî temena 74 salî derbas kir, divê ji madeya ‘Mafê Hêviyê’ bê tehliye kirin û wiha got: “Rêber Ocalan niha 74 salî ye. Ger yasa nehatiban binpêkirin, pêwîstbû Rêber Abdullah Ocalan bê berdan. Yek ji bendên ‘Yasaya Mafê Hêviyê jî ew e ku ger girtiyê siyasî 15 sal cezayê girtîgehê temamkirî be, tê berdan. Bi hinceta binpêkirina yasayan, di bin navê hiqûqa dîsîplînê de û bikaranîna rêbaz, ceza û yasayên dijî peymanên navneteweyî li dijî Rêbertî tecrîd tê pêkanîn. Armanca wan bi qutkirina têkiliya wî ya bi parêzer û malbata wî re, qutkirina têkiliyên wî yên bi gel re ye.”

‘Divê rêxistinên navneteweyî tiştên pêwîst bikin’

Viyan Eyub, diyar kir dewleta Tirk peymanên navneteweyî binpê dike û teqez kir tecrîd rêbazek îşkenceyê ye. Viyan Eyub, wiha got: “Ji aliyê din, rojên borî erdhejek navenda wê Bursayê û bandor li Stenbolê jî kir, qewîmî. Îhtîmala pêkanîna erdhejek din jî heye. Di ronahiya vê rewşê de dewleta Tirk veşartina statûya Rêbertî û astengkirina hevdîtinan didomîn e.”

Viyan Eyub, da zanîn li hemberê Abdullah Ocalan tu darizandineke hiqûqî nayê kirin û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Darizîna li dijî Rêber Ocalan hat kirin, darizandinek siyasî bû. Komploya navneteweyî komployek siyasî bû û ne tenê dewleta Tirk gelek welat di nava vê komployê de bûn. Dema 25 sal berê ev komplo derket holê, hemû welatên cîhanê bêdeng mabûn. Her wiha li hemberî tecrîda li ser Rêbertî tê pêkanîn jî welatên cîhanê îro bêdengiya xwe berdewam dikin. Divê rêxistinên mafên mirovan ên herêmî û navneteweyî û saziyên têkildarî girtiyan ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Ocalan û dayîna mafên wî têbikoşin.”