17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Viyana bû qada  çalakiya kurdan

Kurd û dostên kurdan li Viyana gihiştin hev û êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin

Kurd û dostên kurdan li Viyanayê li pêşiya parlamentoya Avusturyayê civiyan û êrîşên dewleta tirk şermezar kirin. Di çalakiya ku Hevserokê Meclîsa Suriyeya Demokratîk (MSD) Riyad Derar jî tevlî bû bi sedan kes amade bûn û alên YPG, YPJ’ê hildan. Girsê dirûşme berz kirin û xwestin qada hewayî ya li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê ji bo Tirkiyeyê were qedexekirin. Hevserokê MSD’ê Riyad Derar axivî û got: “Li hemberî gelên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê komployek heye. Ev jî bi rengê êrişên topyekun ên dewleta Tirk a dagirker pêk tên. Bi vê komployê tê xwestin îradeya gelan bê têkbirin. Ev êrîşên Erdogan, partî û dewleta wî wê tu carî nikarin pêşî li meşa şoreşa me bigirin. Li hemberî van êrîşan gelên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê berxwedanek mezin heye. Em li derve çi bikin jî beramberî vê berxwadanê kêm e. Serkeftina me bê bi têkbirina zîhniyeta sûc û qirkirinê.”

Piştî axaftinê girse bi dirûşmeyan û li gel strana “Şervano” li nava kolanên bajar meşiya.