spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Cizîrîyan bi meşeke girseyî êrişên Tirkiyeyê şermezar kir

Bi sedan kes ji Çilaxa, Rimêlan, Girkê Legê û Dêrikê yên li herêma Cizîrê kom bûn û meşiyan navenda Koalîsyona Navneteweyî ya li Rimêlan

Bi sedan kes ku ji Çilaxa, Rimêlan, Girkê Legê û Dêrikê hatin li Qada Şehîd Xebat a Rimêlan kom bûn meşek girseyî li dar xistin û êrîşên Tirkiyeyê şermezar kirin. Endamê Nivîsgeha Enerjiyê ya Herêma Cizîrê Ebdulezîz Yusuf daxuyanî xwend û êrîş şermezar kirin. Ebdulezîz Yusuf êrîşên Tirkiyeyê wekî êrîşên terorîstî pênase kirin û got: “Ev karê tirsûnek zîhniyeta sûçdar a li hemberî aramî û jiyana gelên herêmê nîşan dide.”

Yusuf bang li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) û Koalîsyona Navnetewî ya Li Dijî DAÎŞ’ê kir ku van karên terorî tavilê bidin sekinandin û qada hewayî ya Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê ji Tirkiyeyê re qedexe bikin.

Piştî daxuyaniyê girse bi seyareyan çû ber navenda Koalîsyona Navnetewî ya li gundê Sikêriyê. Li vir şandeyek ji nava girseyê derbasî hundir bû û bi rayedarên koalîsyonê re dest bi hevdîtinê kir. Di hevdîtina ku ji çapemeniyê re girtî dom dike de wê dosyayek pêşkêşî rayedaran were kirin.