5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Girtiyê 70 salî û nexweş Cemal Tarhan hêj girtî ye

Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî, xwest girtiyê nexweşê giran Cemal Tanhan ê 70 salî demildest bê berdan

Endamên Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî di 474’emîn a çalakiya xwe ya her hefte ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş de, careke din civîyan. Endamên înîsiyatifê li ber Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê civîyan û pankarta “Tedawî maf e nikare bê astengkirin. Bila girtiyên nexweş bên berdan” vekirin. Endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen, da zanîn ku li girtîgehan herî kêm hezar û 517 girtiyên nexweş hene û rewşa 651’an gelek giran e. Çevîrmen diyar kir ku di nava 7 mehan de 35 girtiyan li girtîgehê jiyana xwe ji dest dane.

Çevîrmen, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweşê giran Cemal Tanhan ê li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê tê ragirtin û got: “Tanhan di nameyên şand de ragihandiye ku rewşa wî her ku diçe xerab dibe. Tanhan di 2’yê sibatê de sewqî Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Stenbolê hatiye kirin. Di 5’ê nîsanê de rapor hatiye amadekirin û tevî nexweşiyên Tanhan ATK’ê rapora “dikare di girtîgehê de bimîne” danê û daxwaza berdana wî qebûl nekiriye.”

Çevîrmen, anî ziman ku agahî gihiştiye ber destê wan ku Tanhan bi nexweşiya Alzheimerê ketiye û ev tişt got: “Diyar e ku nikare bi tena serê xwe bijî û divê demildest pêvajoya tedawiya wî bê destpêkirin. Ji bo ku li cem malbata xwe, di şertên bitendurist de û li nexweşxaneyeke baş demildest bê dermankirin em dixwazin bê berdan.”