8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Walîtiya Amedê ji bo rantê hildiweşîne

Endezyarê Avahîsaziyê Mahsûm Korkmaz, der barê hilweşandina avahiyan û ranta wan de ji rojnameya me re axivî. Mahsûm Korkmaz, diyar ki ku dema hilweşandina avahiyan bandorek neyînî li taxan dibe

Di 6’ê Sibatê de navendên wan navçeyên Bazarcix û Elbistan ên Mereşê du erdhejên bi pîleyên 7,7 û 7,6 pîle pêk hatin. Ev erdhejê li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bandora xwe li 11 bajaran kir. Her wiha Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ji erdhejê bibandor bû. Li gorî daneyên fermî li Tirkiyeyê herî kêm 50 hezar û 783 kes û li Sûriyeyê jî 8 hezar û 476 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdeyî 122 hezar kes jî birîndar bûn. Her wiha di erdhejê de zêdeyî 100 hezar xanî hilweşiyan û xesar gihîşt bi sed hezaran avahiyan.

Amed jî ji erdhejê bibandor bû. Li Amedê 7 avahî hilweşiyan û 409 kes di van avahiyan de jiyana xwe ji dest dan û 907 kes jî birîndar bûn. Bi hezaran avahiyan jî ji erdhêj xesar dîtin. Tevî ku avahiyên xesar gihîştiye wan rê li ber xetereyeke mezin vedikin jî piştî çend mehan li Amedê dest bi hilweşandina wan hat kirin. Lê balkêş e li şûna Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi armanca rantê hilweşandina avahiyan bi destê Walîtiya Amedê tê kirin. Avahî li gorî pîvanên hilweşandinê nayên hilweşandin. Dema hilweşandina wan toz û dûmaneke zêde radibe û asbesta avahiyan jî dibe sedema gelek nexweşiyan.

820 avahî hilweşandine

Endezyarê Avahîsaziyê Mahsûm Korkmaz, der barê hilweşandina avahiyan û ranta wan de ji rojnameya me re axivî. Mahsûm Korkmaz, diyar ki ku dema hilweşandina avahiyan bandorek neyînî li taxan dibe û der barê hilweşandinê de ev agahî dan: “Heta niha 820 avahî hatina hilweşandin. Li Amedê bi giştî 3 hezar û 200 avahiyan xesar dît. Ji ber ku avahî bikontrol nayên hilweşandin tenduristiya mirovan xera dibe. Gelek deverên bajar di nava toz û dûmanê de dimînin û welatî bi nexweşiyên cuda dikevin. Heke hilweşandin wiha bidome wê nexweşî zêdetir bibin.”

Karê îhaleyê dane walîtiyê

Korkmaz, bal kişand ser nelirêtiyê ku di hilweşandina avahiyan de tê kirin û der barê mijarê de ev tişt anîn ziman: “Li hinek taxan hê jî îhaleya hilweşandinê nehatiye kirin. Erka îhaleya hilweşandina avahiyan di destê şaredariyê de bû lê bi armanca rantê şaredariyê niha îhaleya hilweşandina avahiyan daye walîtiyê. Armanca şaredariyê ji avakirina avahiyên nû wêdetir rêvekirina li ber rantê ye. Ev rant bandorek gelek mezin a neyînî li gel dike. Xerakirina avahiyan xesareke mezin dide avahiyên tenişta xwe. Dema ku avahî tên hilweşandin li gelek deveran tedbir nayên girtin. Gelek avahiyên kevin hene wan weke nîv xesar an jî saxlem nîşan dane. Welatî ji bo ku li derve nemînin mecbûr dimînin ku di avahiyen xeter bijîn û bi mirinê re rû bi rû hatine hiştin.”