8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rastiya di heqîqetê de

Burhan Çelîk

Weke her qêrîna li piştî kilamên ku ji bin axa sor derketî û weke her qêrîna ku li ser sêla şoreşê pijiyayî giranbuha, têr û tije çîrokek dimeşe û diherike… Kes bi dengê dilê xwe rîtmê didin ahenga lerza hêvîyên xemrî.

Ev senfoniya pir dengî û pir rengî û bi yek fikrê şînhatî; resîtal. Derbên firçeyên newrozî. Û li ser lênûska çarenûsa çerxa felekê diweşin peyv ji devê pênûsa xeyalên soreşîn. Asoya hêviyên ku piştî baranan bi bêhna axê nexşandî, li serxetê û li binxetê dûxaneke bilind derdixe.

Li ser dûxana ku li ezmên hilawestî sûretên xweşikiyan xêz dibin ji ber xwe û di her sûretekê de mîna ayîneke zerdeştî bilind dibe peyama hewariyan. Aliyekî wê evîn, aliyekê wê eşq… Di her alî de rasterast rastiya di heqîqetê de zîldayî ye…

Rîtûela hezkirinê.

Her roj berê xwe dide rojê.

Her roj dilê xwe dide rojê.

Vedike, vedibe, dimeşe…

Pel dide, pal dide zinaran û pişt dide kîteyên hevokên helbesta bindestan.

Pêl dide… Pêl dide…

Pêl dide hezkirinê!

Hêêêêy ewên ku ji vê rastiyê bêpar, ka li ku ne ewên ku çavên dilên wan kor, guhên wan ker û rûyên wan sar… Ev çîrok ji dilên ji evînê sotî re, ev çîrok ji guhên ji zikra eşqê mestbûyî re ye. Dibîne di bîbikên çavên rêwiyan de yê ku li dora heqîqetê xeleka duwanzdekanan ava dike.

Dibîne! Edûl in, Dewrêş in… Ji erdê heta azmên hezkirin in. Û xelek xelek mezin dibin di bîbikên çavan de weke bişirînên berfînan… Ji berfê ne ew, ji berfê. Berfînî ne ew. Berf in, berfîn in. Dibihîse yê aşiq; bi her sê merhebayên Memê, li ser xewn û xeyalên Zînê dengê maşûqê maşûqan. Û diherike rê, dirije zeman ji bêdawîtiyê ber bi kêliyê ve. Mîna niqutekê kom dibe hemû mêjiyê gerdûnê. Di dilopeke zanîna zanyariya behra ava çêbûna zerdeştî de bi tîpên Laleşî û bi zimanê qedexeyî rêz dibin wekî refên teyrên tawus. Û dineqişin li ser baskên teyrê tawus. Xwendinek e! Tê xwendin li perestgehên agirîn, li dora êgir û di nava êgir de. Xwendinek e! Li ser gordexmeyan; ji ba û bahozê re, ji teyran re û ji teyrokan re… Li hember mirinê û ji bo jiyanê. Jiyaneke sor û şîn. Ji bo jiyaneke soreşîn. Xwendinek e! Ji nîveka avesteyê bi hemû rê û rêbazên rêzimana bindestan. Şêweyekî din, formekî din dihewîne di xwe de. Ne yezdan e, ne qul. Ne xal heye ne jî bêhnok. Dixwînin bi pelyarên êgir, dixwînin ewên delal lib bi lib, dixwînin ewên hêja… Û didome, dibore, dihere û diçe her diçe. Ev çûyîn li pey xwe nahêle. Ev çûyîn bi xwe re dibe. Bi xwe re diçe.

Li kemînan jî rast tê ev çîrok… Bi îxanetan re rû bi rû dimîne. Lê heqîqet mîna avê zelal, mîna rojê aşkera ye. Germ e; hembêz dike. Ronî ye; paqij dike. Agir e; dişo…

Û

Li ber xwe dide

Her li ber xwe dide

Tim li ber xwe dide…

Ji ber ku “heqîqet eşq e,

eşq jiyana azad e!”