17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Lêkolînereke misrî: Azadiya Ocalan çareseriya kêşeyan e

Lêkolînera ji Misirê Welaa Ebû Sitêt anî ziman ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan dê rolek di çareserkirina dozên li Rojhilata Navîn de bilîze. Hevkarî, bêdengiya civata navneteweyî û ya rojavayî li hember sûcên li dijî wî tên kirin, şermezar kir

Ji bo pêngava cîhanê ya ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, piştgirî berdewam dikin. Gelek aliyên herêmî û navneteweyî piştgiriya wê dikin. Ji nav wan lêkolînera ji Misirê Welaa Ebû Sitêt e.

Welaa Ebû Sitêt ji nûçegîhanê ANHA’yê Muhsîn El Misirî re axivî û wiha got: “Pêngava cîhanê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan, di salvegera 25`an a komploya navdewletî de dest pê kiriye.”

Welaa diyar kir ku doza Rêber Abdullah Ocalan, îdiayên parastina mafên mirovan û piştgiriya azadiyan aşkera dike û got: “Ji helwesta rêxistinên hiqûqî û yên navneteweyî li hember sûcên li dijî Rêber Abdullah Ocalan tên kirin, diyar dibe ku derewker in û tenê ji bo berjewendiyên xwe kar dikin, dozên adil an jî piştgiriya xwediyên wan ne xema wan e.”

Welaa da zanîn ku pêngava heyî, di wextekê de li dar dikeve ku ji rewşa komploya li dijî Ocalan ji beriya 25 salan ne cuda ye û wiha axivî: “Wê demê xwestin Ocalan ji rewşê dûr bixin. Metirsiyeke mezin ji vî kesayetî hebû. Ji ber ku bi fikr û tevgerên xwe yên ku tu kes piştgiriya wê nekir, karî neteweyekê vejîne.”

Welaa bi domdarî got: “Erê rast e Ocalan neteweya kurd vejand, bi hêz kir. Tevî tevahî hewldanên berê jî lê Ocalan, karî arteşekê ji gel li ser bingeha neteweya demokratîk çêke. Piştî derbasbûna 25 salan li ser komployê, komployeke mezintir li Filistînê bi taybet li Xezayê heye. Xelkê wê li ber çavên cîhanê rûbirûyî jenosidê ne. Ev jenosid bi erêkirina komplogerên komploya li dijî Ocalan pêk tê.”

Wela diyar kir ku sûcên li dijî Rêber Abdullah Ocalan tên kirin, siyaseta durû ya rojava aşkera kir û wiha domand: “Ew piştgiriya pêngava cîhanê ya ji bo azadiya Ocalan û heta zarokên Xezayê nake. Ji ber ku ji bilî rijandina xwînê tiştekî din nizanin. Ruxmî ku parastina azadiyê û mafên mirovan îdia dikin.”

Welaa wiha anî ziman: “Ocalan û doza wî, beriya wî doza Filistinê jî ku hewl didin wê tune bikin, îsbat dike ku komployeke mezin li dijî gelê vê herêmê heye. Aliyên wê heman komplogerên li dijî Ocalan in. Bi armanca ku li herêmê her tim şer û wêran hebe, piştgiriya ajandeyên xwe dkikin. Çareserî di hevgirtina pêkhateyan de ye.”

Di dawiyê de Welaa daxuyand ku gelek girîng e ku piştgirî ji bo her du gelan li seranserî cîhanê bê kirin û wiha  bi dawî kir: “Lê pirsa xwe dide der, ê piştre çi? Lê belê ragihandina wan bi bandortir e ruxmî ku heq ne bi wan re ye. Bi nêrîna min, wê wisa bimîne heta halê me bê guhertin. Guhertina dozên çarenûsî tenê di destê aştîxwazan de ye. Nelson careke kir, Xandî bi dest xist. Ji ber wê pêkane li ser asta doza Kurd û azadiya Ocalan yan jî li ser asta doza Filistînê pêk were. Em behsa du mijarên wek hev dikin ruxmî cudabûnê.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê