3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Wê bêyî razîbûna şengaliyan Peymana 9’ê Cotmehê pêk neynin’

Hevserokê PADÊ Hesen Hecî, der barê serdana wan a Bexdayê de diyar kir ku rayedarên Bexdayê ji wan re gotine ku bêyî razîbûna şengaliyan ew ê peymana 9’ê Cotmehê pêk neynin û gotine ku şengalî xwedî heq û bedel in.

Di 10’ê çileyê de şandeyeke Rêveberiya Xweser a Şengalê ku di nav de siyasetmedar û pêşengên civakê jî hebûn serdana Bexdayê kiribû û bi Serokkomarê Iraqê Abdullatif Reşîd û Serokê Parlamentoya Iraqê Mûhammed Halbûsî rehevdîtin pêk anîbû. Di hevdîtinan de mijara naskirina statûya Şengalê hatibû nîqaşkirin. Hevserokê Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ) Hesen Hecî der barê hevdîtinan de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.

‘Sozên çareserkirinê dan’

Hesen Hecî, diyar kir ku ji berê ve ji bo hevdîtinên bi rayedarên hikûmetê re amadekarî hatine kirin û wiha axivî: “Di meha nîsanê de hevditinên me yên bi vî rengî dest pê kirin û em bi Serokkomarê Iraqê re civiyan. Ev hevdîtinên me jî têkildarî xweseriya Şengalê, taybetmendiyên Şengalê bû. Lê di wê civînê de serokkomar ji me xwestibû ku şandeyeke ku ji hemû pêkhatên Şengalê pêk tên re bicivin û serdana Bexdayê bikin. Di vê hevdîtina ku me bi hemû pêkhateyên xwe yên Şengalê re pê re kirî daxwazên Şengalê, projeyên Şengalê û pêwîstiyên Şengalê me ragihandin. Me bi serokkomar, serokê parlamentoyê û gelek derdorên din re hevdîtin kirin. Me beriya hevdîtinê raporên xwe amade kiribûn û ev rapor pêşkeşî serokkomar kir. Em gelek baş hatin pêşwazîkirin. Wan diyar kirin ku ew ê heta dawiyê alîkariya Şengalê bikin û piştgiriyê bidin Şengalê. Tiştê ku li wir me nîqaş kirî jî bi taybetî vegera koçberan, teşkîleta îdareya Şengalê bû. Wan jî diyar kir ku ew rapora ku me radestî wan kiriye ew ê ji musteşarên xwe re pêşkeş bikin û xal bi xal li ser bisekinin. Ji me re got, ‘bi qasî ku ji destê me tê em ê piştevaniyê bi Şengalê re bikin. Tişta bi serê civaka êzidî hatî ne tiştekî jirêzê bû.’ Soza dan ku dê ji bo çareserkirina pirsgirêka Şengalê bikevin nava hewldanan.”

‘Bêyî gel em tu biryaran nadin’  

Bi domdarî Hecî, bi lêv kir ku di her hevdîtinê de baş hatine pêşwazîkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo bicihanîna daxwazên Şengalê soz dan. Me bi her du aliyên hikûmetê re hevdîtin kirin. Ji bo naskirina statûya Şengalê me rapor pêşkeşî wan kirin. Me dît ku Şengal di serdema Kazimî de hate jibîrkirin. Lewma me ragihandina daxwazên Şengalê weke erkekî xwe dît û me xwest hikûmeta nû jê haydar bikin. Wan jî bersiveke erênî dabû û gotibûn ku weke hikûmeta nû ew dikarin piştgiriyê bidin Şengalê û ji vê re jî amade ne. Serokwezîr biryar dabû ku mal û milkê êzidiyan dîsa li wan were vegerandin û li ser navê wan bê tapûkirin. Ev jî yek ji xalên nîqaş li ser hatin kirin bû. Li ser Peymana 9’ê Cotmehê jî nîqaş hatin kirin. Ji me re got, ’em beyî gelê Şengalê tu biryaran nadin, hûn xwedî heqin, xwedî bedel in. Em vî tiştî nakin. Encax heger daxwaza gelê Şengalê hebe em dikarin pêk bînin. Kengî ku civaka êzidî ji vê razî bibe em ê wan karan bikin. Tu wateya Peymana 9’ê Cotmehê nîne.’ Jixwe bi ser vê peymanê re 2 sal û 4-5 meh derbas bûn. Di serdema Kazimî de hatibû erêkirin. Ne bawerim vê peymanê pêk bînin. Jixwe Xweseriya Şengalê ji roja ewil heta niha vê peymanê qebûl nake û li hemberî vê disekine. Carnan propagandaya wê dikin lê mimkin nîne vê peymanê li Şengalê bînin cih.”

‘Heta pêkanîna daxwazan em ê têbikişin’

Di berdewamê de Hecî, da zanîn ku xebatên wan ê bi vî rengî dê bidomin û wiha bi dawî kir: “Di van hevdîtinan de me serdana Wezîrê Dadê jî kir. Wî jî 3-4 xalên me pêk anîn. Wî jî got ku şengaliyên ku dixwazin vegerin li ser cih û warê xwe ew dikarin alikariyê bidin wan û xîzmetekî ji Şengalê re bikin. Çend saziyên dadê li Şengalê bên vekirin û ev saziye jî dê bikevin ber xîzmeta şengaliyan. Tişta ku em dixwazin ew e ku ew tiştên ku raporê de me nivîsandine û ji wan re aşkere kirine yek bi yek pêk bînin. Em naxwazin ku ev daxwaz tenê li ser kaxizê bimînin, divê di pratîkê de jî pêk bînin. Em ê li benda encamên vê hevdîtinê bin. Daxwazên me ne daxwazên mezin bûn. Ev tişte heqê xelkê Şengalê ye. Em dixwazin ku Şengalê nekin amûrên siyasetê û ji vê dûr bê girtin. Xwesteka şengaliyan jî naskirina Xweseriya Şengalê ye. Xwesteke wan ew e ku hêzên wan bi xwe hebin ku karibin Şengalê biparêzin û rê li ber fermanê bê girtin. Em ê benda encamê bin. Heta ku daxwazên me pêk tên jî em ê tebikoşin.”