6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di perwerdehiyê de rola mamostetiyê

Adar Jiyan
Adar Jiyan
Li gundê Dengiza ku bi ser Stewra Mêrdînê ve ye wekî zarokê herî dawî yê malbata ku ji 9 zarokan pêk dihat, hatiye dinyayê. Dibistana seretayî li gundê xwe, dibistana navîn li Stewrê, Lîseya Îmam-Xetîbê li Mêrdînê xwend. Pêşî li Zanîngeha Harranê, Fakulteya Perwerdehiyê, Beşa Hînkirina Dersan, paşê Zanîngeha Enqereyê, Fakulteya Ziman, Dîrok û Erdnîgariyê, Beşa Ziman û Wêjeya Fransî qedand. Li Elezîz, Sêwas, Dilok, Mêrdîn, Yozgat û Konyayê mamostetî kir. Ji bilî mamostetiyê nivîsên wî yên der barê ziman, çand û wêjeyê de hatine weşandin. Jiyana xwe ya nivîskariyê bi nivîsandina gotar, helbest û nirxandinên di kovar û rojnameyên cuda de didomîne. Di van demên dawî de zêdetir li ser pedagojiya perwerdehiyê rawestiyaye. Li ser vê mijarê gelek pirtûk, gotar û nirxandinên wi hatine weşandin.

Her çendî ku em hin caran hin mirovan wekî kesên debeng, kawik û famkor dibînin jî, di nav hemû candaran de heyînê herî vîndar, behredar û hêzdar dîsa mirov e. Mirov ne tenê bi aliyên xwe yên fizîkî û biyolojîk dibe mirov; her wiha bi hiş, hişyarî û hişmendiya xwe jî dibe heyîna herî pêşketî. Taybetmendiya sereke ya ku mirov ji zindiyên din cuda dike, aliyê wî/wê yê çandî û civakî ye. Ji ber vê sedemê ji bilî hewcedariyên bingehîn ên wekî av, hewa, xwarin û rojê, hewcedariya mirovan bi perwerdehî, civakîbûn û şaristaniyê jî heye.

Di warê peywendiyên mirovî de, perwerdehî dibe sedema ku mirov bi hemû kesên ku li hawîrdor civak, welat û cîhana ku tê de dijîn de têkilî, hevkarî û hevgirtineke baş pêk bîne.

Perwerdehî girîngiya faktora mirovî, hêz û nirxên mirovî ku çavkaniya hemû dewlemendiyan e, bi mirov dide famkirin. Her wiha ji cudahiyên raman, têgihîştin û nihêrînên cuda bigirin heta hevahengî, yeksanî û aştiya çandî û civakî xurtir û dewlemendtir dike. Lê beriya van hemûyan divê perwerdehî û pergala perwerdehiyê li ser bingeheke zanistî bê avakirin. Xebatên perwerdehiyê yên ku di her qadên jiyanê de pêwîst in, divê li ser hin têgih û prensîban bêne meşandin. Ji do heta îro hemû pergalên perwerdehiyê yên cîhanê berhemên faktorên dîrokî, siyasî û aborî ne. Lêbelê, li her derê cîhanê, her civak li welatên xwe modela perwerdehiya xwe hildibijêre.

Modelên perwerdehiyê bi gelemperî bi sê koman têne dabeşkirin:

  1. Pergala Perwerdehiya Navendî
  2. Pergala Perwerdehiya Nenavendî
  3. Pergalên Perwerdehiya Têkel

Çawa ku her qada xwendin û têgihîştin û axaftinê heye, qada perwerdehiyê jî heye. Armanc, pergal û bernameyên perwerdehiyê li ser hin prensîbên teorîk hatine damezrandin. Ev prensîb prensîbên felsefe, civaknasî, psîkolojî, antropolojî û aboriyê ne. Ji bilî vê, bandorkirina pêvajoyên perwerdehiyê bi piranî bi pêkanîna sîstematîk a hişmendî û zanîna teorîk a perwerdehiyê ve girêdayî ye. Pergaleke kirdar û kêrhatî di navbera felsefe, teknolojî û zanistiya sepandî de jî pêwendiyê pêk tîne. Wek ku tê zanîn; perwerdehî tu car bêyî felsefeya ku çavkaniya zanist û ramanê ye, pêkan nabe. Bêşik felsefeyeke perwerdehiyê jî heye. Ev felsefe, felsefeya prensîb, armanc û xebata perwerdehiyê û modela mirovî ye ku dixwaze tiştên erênî û sûdewar pêşkêşî mirov, civak û cîhanê bike. Felsefeya perwerdeehiyê, ne tenê rêbazên perwerdehyê; dîroka perwerdehiyê, çanda perwerdehiyê, zanîna pedagojîk û prensîbên pîşeya mamostetiyê û her wiha pirsgirêkên perwerdehiyê û têkiliya di navbera şaxên din de jî vedikole. Perwerdehî û pirsgirêkên perwerdehiyê ji roja ku mirov xwe wek mirov hîs kiriye derketiye holê û heta îro berdewam dike.

Bi awayekî giştî pêvajoya mirovbûnê bi perwerdehiyê dest pê kiriye, jiyana mirovan bi perwerdehiyê berdewam kiriye û bi perwerdehiyê bi encam dibe. Bi kurtasî; dîroka perwerdehiyê dîroka mirovahiyê ye. Piraniya bîrewer, lêkolîner û zanyaran giringiyê didin perwerdehiyê û bi peyvên xweş, kurt û watedar diyar kirine ku rol û hêza perwerdehiyê ew qas girîng e ku tu tişt bêyî wê nayê guhertin û veguhertin.  Divê di civakeke biîstîkrar û hiyerarşîk de erka rêveberiya perwerdehiyê radestî kesên herî pejnkar û hestiyar ên ku di qada perwerdehiyê de serketîne bê kirin. Pêşbînî dike ku ji bo kesên ku di perwerdehiyê de herî kêm serketî bin dê erkên herî kêm ên vê serdemê werbigirin. Heta îro hemû civakên cîhanê, sîstema xwe ya perwerdehiyê li ser vê bingehê ava kirine. Zêdetir mamoste anîne ser karên bibandor ên rêveberiyê. Bandora herî girîng a li ser têgihîştina civakên pêşketî ya perwerdehiyê, ramana rasyonel bû. Anku ew dîsîplîna derûnî bû. Civakên pêşketî û şareza, tenê girîngî nedane perwerdehiyê; her wiha ji bo bilindkirina kalîteya perwerdehiyê serî li ramana zanistî dane û rê û rêbaza serketinê di perwerdehiyê de didîtine.

Berî her tiştî; perwerdehî wek bingeha pêşketin û şaristaniya pêşerojê didîtine û ji destpêkê ve hînker, xwendekar di mijara perwerdeyê de bi pêş xistine. Di têgihiştina zanistî û aqilane ya perwerdeyê de jî ev rastî heye.

Divê mirov di qada perwerdehiyê de bikaribe xwe perwerde bike, serxwebûna xwe ya zîhnî biparêze, pêş bixe, mezin bike, bigihîje hêza afirîneriyê û di fêrbûnê de riya xwe bişopîne. Hişmendiya mirovî û gerdûnî bi hizra ronakbîriyê û meyleke xwezayî û her wiha bi helwesta xwe ya zîhnî û objektîf pêşve diçe. Li gor wê divê mirov ji hin ferasetên erênî yên ku bi pêşketina şaristaniyê re rû dane, bên parastin û aliyê wê yê erênî bê bikaranîn. Ji do heta îro, hemû civakên nûjen û pêşketî di warê perwerdehiyê de riyeke dûr û dirêj derbas kirine. Riya bidestxistina vê yekê jî dîsa di rê û rêbazên zanistî, sinc û exlaqê gerdûnî û liv û bizavên mirovî re derbas dibe. Ji bo pêşketin, nûjenkirin û şarezabûnê, şertê pêşî ew e ku hemû welatî bi awayekî wekhev ji derfetên perwerdehiyê sûd wergirin. Mirovên perwerdebûyî, dizanin ku mînaka herî baş a têkoşerî û lehengiyê zanebûn û şarezabûn e.

Kesên ku bi hişmendiyeke mirovane perwerde dibin, ne ji bo berjewendiyên xwe yên kesane û pevçûnên navxweyî, ji bo qencî û aramiya civakê û mirovahiyê hewl didin û dixebitin. Ji gernasiyê bêtir gelnasiyê/civaknasiyê û şaristaniyê tercîh dikin

Bingeha jiyana bi hev re li ser feraseta wekhevî, lihevhatin, rêzgirtin û hezkirinê hatiye avakirin. Ji bo ku mirov heman hestan parve bikin, divê bi heman awayî ji heman şert û derfetan sûd werbigirin. Aloziya civakî û peydekirina mafên ku vediguhere xerckirin, dêris((îsraf) û tevgerên êrîşkar, gelek caran wekî tiştên asayî tên dîtin. Lewma di civakên ku ji perwerdehî, zanebûn û şerzabûna gerdûnî bê par dimîn de; tirs şûna rêzgirtinê, kîn û nefret şûna evînê, dijminatî şûna hevaltiyê, durûtî şûna duristiyê, dilsozî şûna xayîntiyê digire. Perwerdehiya hemdem û zanistî li gor rol û fonksiyona xwe bandoreke sûdewar û erênî li ser jiyana civakê dihêle.

Di vê çarçoveyê de pirsgirêka sereke ya hemû civakan pirsgirêka perwerdehiyê ye. Pirsgirêka perwerdehiyê li her welatî, belê bêtir li welatên paşmayî bûye pirsgirêkeke bingehîn. Ji sedema pirsgirêkên takekesî, herêmî û cîgeyî wêdetir, çavkaniya pirsgirêkên mirovî û gerdûnî ye jî.

Wek li jor jî hat diyarkirin ku perwerdehî pêdiviyeke pir girîng e. Lê belê, ji ber rastiya ku mirov rûmeta xwe bi destên xwe diafirîne, divê her perwerdekar li hemberî pirsgirêkên perwerdehiyê hestiyar be. Şert û merc çiqas nebaş bin jî, ger li welatekî perwerdehî û hişmendiya perwerdehiyê li ser bingeha zanistê ava bibe, hêviya pêşerojê dê tu car venemire. Mamoste û perwerdekarên ku xwe ji bo perwerdehiya civakê peywirdar dibînin, divê bi hestên bêhêvîtî û reşbîniyê tevnegerin. Mamoste her tim berpirsiyar e ku taybetmendiya xwe ya pêşeng û hêviya vejîna civakî biparêze û ruhekî nû bîde civakê.

Divê mamoste û perwerdekar, ji herkesî bêtir hestyarî û penkariya xwe nîşan bidin û ji bo çareserkirina pirsgirêkên aborî û avakirina aştiya civakî çareseriyên alternatîf pêşkêş bikin. Her wiha, divê ew li gor zanîn, jêhatîbûn û ezmûna xwe li gel xwendekarên xwe dê û bavên wan perwerde û ronîdar bikin . Ev yek hem pêwîstiyeke mirovahiyê û hem jî erk û peywireke dîrokî ye.