2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Wê cenazeyê Beytocan li Swêdê bê veşartin

Li ser wesiyeta wî cenazeyê hunermend Beytocan dê sibê bi merasîmekê li Stockholmê bê veşartin.

Hunermend Beytocan (68) ku demeke dirêj bû tedawiya nexweşiya pençeşêrê didît duh li paytexta Swêdê Stockholmê jiyana xwe ji dest da. Hat ragihandin ku li ser wesiyeta wî cenazeyê Beytocan dê li Stockholmê bê veşartin. Cenaze wê sibê bi merasîmeke girseyî bê veşartin.

Beytocan, di sala 1955’an de li navçeya Farqînê ya Amedê ji dayik bû, di dema darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê ya sala 1980’yî de hate girtin û 15 salan cezayê girtîgehê lê hate birîn. 6 sal û nîvan li girtîgehê girtî ma û sala 1987’an hat berdan. Di sala 1990’î de qaseta xwe ya destpêkê ya muzîkê derxist, piştî salekê jî di sala 1991’ê de neçar ma koçî Swêdê bike.