19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Wê DAIŞ’î cezayê xwe li Rojava bikişînin

Hiqûqnasê ji Rojava Xalid Cebir, der barê darizandina DAIŞ’iyan de diyar kir ku wê piştî cejna Qurbanê darizandina DAIŞ’iyan dest pê bike û piştî cezakirina wan wê DAIŞ’î radestî welatên xwe neyên kirin

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji sala 2019’an ku DAIŞ’ê li bajarokê Baxozê têk çû ve bi hezaran DAIŞ’î û bi deh hezaran malbatên wan li girtîgeh û kampên Rêveberiya Xweser dimînin. Bi salan e ne ji DAIŞ’iyan re ne jî ji malbatên wan re çareserî nayê dîtin. Tevî ku Rêveberiya Xweser gelek caran ji bo çareserkirinê bang li saziyên navneteweyî û welatan kir jî tu sazî û welatan xwe nedan ber pêşniyarên çareserkirina vê meseleyê û welatiyên xwe yên DAIŞ’î negirtin.

Ji ber vê helwesta saziyên navneteweyî û welatan herî dawî Rêveberiya Xweser biryar da ku DAIŞ’iyan bidarizîne. Piştî ragihandina vê biryarê Tirkiyeyê bi armanca astengkirinê êrîşên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirin. Hiqûqnas Xalid Cebir ku li bajarê Hesekê yê rojavayê Kurdistanê mijarê ji nêz ve dişopîne, pirsên me yên der barê mijarê de bersivandin. Xalid Cebir, diyar kir ku wê Rêveberiya Xweser piştî cejna Qurbanê dest bi darizandina DAIŞ’iyan bike û der barê mijarê de gelek agahî parve kirin.

Pirsên me û bersivên Cebir bi vî rengî ne;

Dixwazî destpêkê em bi hejmara DAIŞ’iyan dest pê bikin. Li gorî daneyên li ber destê we çend DAIŞ’î li girtîgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girtî ne û bi malbatên wan re hejmara wan bi giştî çend e?

Hejmara girtiyên DAIŞ’ê yên li girtîgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi giştî nêzî 10 hezaran e. Ev DAIŞ’î piranî ji wan di sala 2019’an de dema ku li bajaroka Baxozê ya Dêra Zorê dawî li DAIŞ’ê hat anîn, hatin girtin. Lê di nav wan de yên ku beriya sala 2019’an jî hatine girtin hene. DAIŞ’ê li bajaroka Baxozê bingeheke xurt ji xwe re ava kiribû. Piştî rizgarkirina Baxozê ya ji DAIŞ’ê hejmara girtiyên DAIŞ’ê gihişt nêzî 10 hezaran.

Piştî darizandina wan wê aqûbeta malbatên DAIŞ’iyan bi çi rengî be?

A rast, ev pirs hê cihê guftûgo û nîqaşan e. Ji ber ku zarok jî di vê meselê de hene. Ev hê jî meseleyeke girêdayî qada navdewletî ye. Lewre neçareserkirina dosyayên malbat û girtiyên DAIŞ’ê binketinek bû ji bo qad û koalîsyona navneteweyî ku îro li ser erdê şerê DAIŞ’ê dikin.

Van kesan li ser erdê komkujî pêk anîn, êrîşî paytextên dinyayê kirin. Serkêşên DAIŞ’ê ya li Tirkiyeyê yan li deverên dagirkirî yan jî li Iraqê bûn. Diviya ku di asta navneteweyî de hiqûq bi vê mijarê re mijûl bûna. Lê mixabin heta niha jî asta navneteweyî di vê mijarê de bê deng e. Di kampa Holê û Newrozê de îro nêzî 65 hezar malbatên DAIŞ’iyan hene. Li ser çareserkirina vê dosyayê hê jî nîqaşên cidî nehatine kirin.

Kampa Holê kampa herî bi xeter a dinyayê ye. Lewre li kampê her roj kuştin heye. Heke ew rojekê ji kampê derkevin wê dubare kuştin û talanê bikin û rêxistinên terorê ava bikin. Ji ber van sedeman divê qada navneteweyî tev de bi vê mijarê re mijûl bibe. Ji bo ku ev kes ji nû ve tev li civakê bên kirin divê bên perwerdekirin. Weke min got der barê mijarê de nîqaşeke cidî nîn e.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku wê dest bi darizandina DAIŞ’iyên li girtîgehên herêmê bike. Di pergala hiqûqê ya Rêveberiya Xweser de bingeha vê yekê hatiye avakirin?

Rêveberiya Xweser, ji sala 2019’an ve bang li hêzên navdewletî dike ku dosyayên DAIŞ’iyan bên şopandin û çareseriyek bê dîtin. Em îro qala 10 hezar DAIŞ’iyan dikin. Ev ji hêla aborî û ewlehiyê ve barekî giran datîne ser milê Rêveberiya Xweser. Sala borî dema ku li bajarê Hesekê êrîş li dijî girtîgeheke DAIŞ’î lê diman hat kirin me dît ku çi xeteriyeke mezin heye.  Lewre di vê êrîşê de bi dehan qurbanî çêbûn ji gel. Di heman demê de ji hêzên ewlehiyê jî qurbanî çêbûn. Ji ber van sedeman ew xetereyeke mezin. Lê heta niha hî ev dosya nehatiye çareserkirin. Ev jî dibe mînaka binketineke hêzên navdewletî ku heta niha nikaribûna vê dosyayê çareser bikin.

Heta niha bingeha hiqûqî jî jê re nehatibû peydakirin. Lê niha Rêveberiya Xweser ji nû ve jê re bingehekê ava dike. Dadgeheke ji bo darizandina DAIŞ’iyan ava dike. Berê jî Dadgeha Parastina Gel hebû. Ev dadgeh kesên ji Sûriyeyê yên tev li terorê bûbûn dadgeh dikirin. Lê piştî binketina asta navdewletî û neçareserkirina vê dosyayê Rêveberiya Xweser ev gav avêt. Ji bo vê jî niha bingeheke hiqûqî tê avakirin, li gel vê dadgehek jî tê avakirin. Ev dadgeh jî bi taybet kesên biyanî ku ji 52 dewletan (DAIŞ’î) e bidarizîne.

Weke tê zanîn weke rêxistin DAIŞ’ê li herêmê sûcên gelekî mezin kir. Heta niha ji bo tespîtkirina van sûcan der barê endamên DAIŞ’ê de di hêla hiqûqî de xebateke bi çi rengî hatiye kirin?

Berê bingehek hatibû avakirin. Hêzên ewlekariyê dest bi lêpirsînekê kiribûn. Heta niha encamên baş ên vê lêpirsînê hene. Bingeheke beyanetan jê re hatiye avakirin. Li dadgehê jî wê ev beyanat bên pêşkêşkirin. Ev kes tewanbar in. Wan li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûc kirine. Sûcên li ser wan bi tespît in. Heta radeyekê jî bingeh û beyanetên vê hene. Lewre dosya baş hatine amadekirin. Ev dosya wê li pêş dadgehê bên danîn û hesab ji tewanbaran bê xwestin.

Darizandina DAIŞ’iyan wê kîngê dest pê bike û çawa pêk were?

Ji bo destpêkirina vê dadgehê û darizandina DAIŞ’iyan amadekarî tên kirin. Weke kesek çavdêrê hiqûqî yê vê mijarê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê; bi texmîna min piştî cejna qurbanê wê darizandina DAIŞ’iyan dest pê bike. Teknîka pêwîst niha jê re tê amadekirin. Piştî amadekirina vê teknîkê wê Rêveberiya Xweser dest bi xebatên dadgehê û darizandina DAIŞ’iyan bike. Lewre amedekirina dadgeheke bi vî rengî bi rastî ne hêsan e. Niha xebat ji vê re tê kirin. Banga me jî ew e ji asta hiqûqa navneteweyî ku tev li vê dadgehê bibin. Rast e DAIŞ’iyan li xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûc kirin lê ji tevahiya dinyayê re gef bûn. Ji ber vê jî divê ew jî tev li dadgehê bibin û xwe berpirsyar bibînin.

Ji bo darizandina DAIŞ’iyan, di hêla cih û teknîkê de amadekariyên bi çi rengî hatine kirin an jî wê bên kirin? Yanî wê ji bo darizandina wan eywaneke danişînê bê amadekirin û gel tev li van darizandinan bê kirin?

Belê ji bo milê teknîkê bi rastî wê hinek qelsî hebe. Lewre avakirina dadgeheke ji bo ew qas DAIŞ’î wê ne hêsan be. Rast e wê gel jî tev li danişîna darizandina DAIŞ’iyan bibe. Gel wê doz bike ev sûc der heqê vî gelî de hatiye kirin, ên şehîd bûne zarokên vî gelî ne, malê hatiye wêrankirin malê vî gelî ye. Malbatên şehîdan wê tev lê bibin. Gel wê weke dewakar di danişînan de cih bigire. Ji ber ev sûc li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine kirin û der heqê vî gelî de ne.

Ji bo mafê “parastinê” bi kîjan rêbazî derfet ji DAIŞ’iyan re bên nasîn. Mînak wê bikaribin parêzer ji xwe re bigirin? Heke bikaribin van parêzeran wê Rêveberiya Xweser eyar bike yan DAIŞ’î?

Ji bo mafê parastinê, li gorî qanûnên navneteweyî wê mafê her kesî hebe ku ji xwe re parêzerek eyar bike û ew parêzer jî parastinê bike. Ew ê bibe dadgeke xwe bispêre qanûna navneteweyî. Yanî wê ne tenê li qanûna herêmî be. Mafê her kesî hebe ku der barê sûcên li ser xweparastina xwe bike. Wê ev maf di hundirê de dadgehê de bê peydarkirin.

Di encama darizandinê DAIŞ’iyên ku ceza li wan bên birîn wê tevahiya cezayê xwe li girtîgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikişînin an welatên ku welatiyên xwe yên DAIŞ’î yên ceza li wan bên birîn bixwazin wê radestî wan bên kirin?

Na, ne xêr ev pirsgirêk piştî avakirina dadgehê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve li gorî sûcê ku li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirine wê DAIŞ’î mehkûm bibin. Rêveberiya Xweser gelek caran bang kir ku her welat welatiyên xwe bigire lê ev nebû û dadgeheke navdewletî nehat avakirin. Dewleta tirk her rê li be vê girt. Îro jî heman polîtîkayî dimeşîne û êrîşên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi heman armancî zêdetir kiriye. Lê heger DAIŞ’î mehkûm bibin, wê li gorî qanûnên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hinek jî li gorî qanûna navdewletî bên cezakirin. Mafê tu welatî nîn e ku piştî cezakirinê welatiyên xwe ji Rêveberiya Xweser bixwaze. Lewre hemû welatan bangên Rêveberiya Xweser ên ji bo girtina welatiyên xwe li ber çav negirtin. Mabûna DAIŞ’iyan a bêceza ya di zindanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de jî sûcek e. Ji bo ji holêrakirina vê rewşê Rêveberiya Xweser ev gav avêt.

Tevî hemû bangên ku hatin kirin jî hêzên navneteweyî berpirsyariya darizandin û qebûlkirina DAIŞ’iyan negirtin ser xwe. Di darizandina DAIŞ’iyan rola hêzên navneteweyî wê bi çi rengî be?

A rast rola hêzên navneteweyî ew e ku îro piştgiriya vê dadgehê bikin û bi rengekî hiqûqî û qanûnî nêzî mijarê bibin. Lewre xetereyî van DAIŞ’iyan li ser asta tevahiya dinyayê bû. Me dît ku van DAIŞ’iyan li dijî paytextên welatên Ewropa û Amerîkayê jî teror pêk anîn. Dîsa li dijî Rûsyayê jî serî li terorê dan. Ev xetere li ser tevahiya dinyayê bû. Lewre jî ji qada navneteweyî tê xwestin ku bi giştî piştgiriya vê dadgehê bikin û dadgerên xwe bişînin vê dadgehê. Em çav li rê ne ku qada navneteweyî di asteke bilind de vê dadgejê qebûl bike.

Piştî ku ev biryar hat dayîn Tirkiyeyê asta êrîşên xwe yên li dijî herêmê zêde kir. TEV-DEM’ê jî ragihand ku Tirkiye bi armanca astengkirina darizandina DAIŞ’yan êrîşan pêk tîne. Gelo wê êrîşên Tirkiyeyê bandor li darizandina dema DAIŞ’iyan bikin?

Em dibînin ku dewleta tirk a dagirker li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên xwe zêdetir kiriye. Weke ku TEV-DEM’ê jî diyar kir dewleta tirk bi van êrîşan dixwaze destpêkirina dadgehkirina DAIŞ’iyan asteng bike. Her dewleta ku êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike piştgiriya DAIŞ’ê dike. Lewre dewleta tirk naxwaze belgeyên wê yên piştgiriya DAIŞ’ê di qada navneteweyî de derkevin holê. Dema ku dadgeh pêk were wê hemû piştgiriya wê derkeve holê û bê xuyanîkirin ku kê alîkariya vê terorê kiriye. Wê hem piştgiriya wê ya ji bo êrîşên li herêmê û êrîşên li her welatên dinyayê jî derkeve holê.

Ji bo ewlehiya darizandina DAIŞ’iyan a ji êrîşên Tirkiyeyê çi amadekarî hatine kirin an jî tên kirin?

Ji bo ewlehiya giştî jî, ev kar karê hêzên ewlehiyê ye; ew ê bi çi rengî piştgirî bê kirin, amadekarî jê re heye. Ev jî tê xwestin; hevpeymana navneteweyî jî li cem hêzên ewlehiyê cih bigirin. Lewre hêzên ewlehiyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo tunekirina terora DAIŞ’ê di hevpaymeneke navneteweyî de ne. Ji ber vê ji wan tê xwestin ku li cem hêzên ewlehiyê cih bigirin.

Xalid Cebir kî ye?

Di sala 1984’an de li navçeya Dirbesiyê ya bajarê Hesekê yê rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye. Piştî ku dibistanên seretayî, navîn û lîseyê li Hesekê dixwîne di navbera salên 2016-2022’yan bi awayekî online li Akademiya Navdewletî ya Lubnanê beşa hiqûqê dixwîne û mezûn dibe. Di navbera salên 2020-2021’an de Hevserokatiya Ofîsa Parastina Mafê Zarokan a Rêveberiya Xweser a  Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Niha jî weke rêveberê Navenda Lêkolînên Hiqûqî ya Rojhilata Navîn dixebite û li herêmê bi binpêkirinên mafan û lêkolînên hiqûqî re mijûl e.