3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Wê DBP konferanseke mezin li dar bixe

Beriya ku kongreya xwe li dar bixe wê DBP li Amedê bi beşdariya hezaran kesî konferanseke mezin li dar bixe.

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ku terka polîtîka xwe ya “biçûkbûnê” kir û ji sala 2022’yan ve xebatên xwe yên rêxistinbûna bajar û navçeyan da destpêkirin, heta niha li bajarên mîna Riha, Şirnex, Êlih, Sêrt, Semsûr, Çewlik, Dêrsim, Mûş, Agîri, Îdir, Erzirom û Colemêrgê xwe careke din bi rêxistin kiriye. Di çarçoveya van xebatên xwe de wê DBP di 12’ê mîjdarê de li Enqerê 7’emîn Kongreya xwe ya Awarte li dar bixe.

Li gorî nûçeya nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Mujdat Can, DBP berîya ku kongreya xwe li dar bixe wê di 5’ê mijdarê de li Amedê konferanseke giştî li dar bixe. Ji bo ji Kurdistan û Tirkiyeyê bi hezaran kes tev li konferansê bibin, xebat hatin destpêkirin. Dê konferans bi dirûşma “Bi civaka rexistinkirî ber bi jiyana azad ve” bê lidarxistin.

Tê payîn ku dûrişmeya kongreyê û konferansê yek be.

Nexşerêya serdema nû

Li bendê ye ku di konferansê de nexşerêya serdema nû ya partiyê were ragihandin. Hat zanîn ku mijara esasî ya nexşereyê dê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan be.

Hevserokên giştî diyar bibin

Her wiha dê di konferansê de namzetên Hevserokatiya Giştî û rêveberiya nû ya partiyê bên aşkerakirin. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin wê hevserokên giştî biguherin û di rêveberiya partiyê de guherînên girîng pêk bên.

Piştî konferansa li Amedê wê kongreya DBP’ê tenê bi tevlîbûna deleyan li Enqerê bê lidarxistin.