7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Wezaretê zaroka êzidî radestî malbata DAIŞ’î kiriye

Derket holê ku Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatê keça êzidî ya di bin parastina wê de radestî malbata DAIŞ’î ya ku ew revandin Tirkiyeyê û “dane ber firotinê” kiriye

Keçeke êzîdî ku di sala 2017’an de DAIŞ’ê revandibû Tirkiyeyê û piştre li ser înternetê (dark web) “da ber firotinê”, di sibata 2021’an de li Enqereyê di operasyoneke li dijî maleke hucreya DAIŞ’ê de hat rizgarkirin. Derket holê ku zaroka di bin parastina Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatê de radestî malbata DAIŞ’î ku ew “dabûn ber firotinê” kiriye.

Wezaretê radestî malbata DAIŞ’î kir

Tê payîn ku îro saet 11.30’an dê Sabbah Alî Orûç ya ku zarok revandiye Tirkiyeyê li 15’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê bê darizandin. Ji aliyekî din ve têkildarî mijarê agahiyeke nû hate bidestxistin. Li gorî nûçeya Artı Gerçekê di 21’ê hezîrana 2022’yan de bi erêkirina Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatê re, zaroka êzidî ya ku “biryara parastinê” ya derbarê wê de hat rakirin, bi ‘girteka teslîmkirinê’ ya rayedarên Mala Sevgiyê ya Pursaklarê radestî malbata DAIŞ’î hatiye kirin.