12 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Wê hilbijartinê bi 100 hezar dilxwaz re bişopînin

Komeleya Ray û Jê Wêde dibêje ku ew ê bi 100 hezar dilxwazî re li ser sindoqan amade bin.

Komeleya Ray û Jê Wêde (Oy ve Ötesi Derneği) di 24’ê Nîsana 2014’an de hatiye damezrandin. Ev bû 8 hilbijartinan dişopîne. Komeleyê ji bo hilbijartinên 14’ê Gulanê jî dest bi perwerdehiya karûbarên hilbijartinê kir. Komele dibêje ku ew ê bi 100 hezar dilxwazî re li ser sindoqan amade bin.

Komele daniye pêşiya xwe ku li 11 bajarên ku erdhej lê qewimî xebatek taybet ji bo hilbijartinê bi rê ve bibin. Cîgira Serokê Komeleyê Hande Tûran têkildarî xebatên amadekariyên hilbijartinê agahî dan û da zanîn ku erdhejê bandorê li ser xebatên wan jî yên hilbijartinê kiriye û lewma demek neçar mane xebatên xwe rawestînin û ji ber vê yekê xebatên wan dereng dest pê kirin.

‘Em di vî warî de xwedî tecrûbe ne’

Tûran diyar kir ku nêzî mehek û nîv e li qadê xebatek çalak bi rê ve dibin û di 14’ê Gulanê de dê hilbijartina 9’emîn bişopînin û ew di vî warî de xwedî tecrûbe ne.

Tûran bi bîr xist ku yek ji cudahiyên hilbijartina îsal zêdebûna dengê 6 milyon ciwanên nû ye û wê rol û rista ciwanan di sindoqan de bi bandor be û çarenûsa hilbijartinê diyar bike.

‘Em ê giringî bidin bajarên erdhej lê qewimîne’

Tûran anî ziman ku ew ewilî cih didin bajarên ku erdhej lê qewimîne û bêtir wê hêza xwe li van bajaran bicih bikin û roja hilbijartinê bixebitin. Tûran got li herêmên erdhejê çi bikeve ser milê wan dê pêk bînin.

‘Hedefa me 100 hezar dilxwaz e’

Turan destnîşan kir ku modula wan a perwerdeyê ya serkeftî heye û perwerdeya wan dest pê kiriye. Turan destnîşan kir ku di vê hilbijartinê de armanca wan ew e ku bi 100 hezar dilxwazî re li ser sindoqan bin û derbarê xebatên xwe de ev tişt got: “Em dibêjin hedefa me 100 hezar dilxwaz e, lê pir girîng e ku 100 hezar dilxwaz perwerde bibin. Em girîngiyê didin perwerdehiya rûbirû, ji ber ku em dikarin di wê kêliyê de bersiva pirsan bidin, wan motîvetir bikin û em careke din xurtbûna bi hev re bûnê hîs dikin. Di roja hilbijartinê de em ê li qadan bin, niha li her bajarek Tirkiyeyê dilxwazên me hene. Di dawiya hilbijartinê de em ê dane ango girtekan berhev bikin û bi sepana xwe bişînin navenda xwe. Em ê bi daneyên YSK’ê re bidin ber hev û cudahiyên herî biçûk jî ji partiyên siyasî re ragihînin da ku ew jî pêvajoya îtirazê bixin dewrê.”

‘Ev hilbijartina çarenûsa duyemîn e’

Turan bal kişand ser dilxwazên komeleya wan ku dê cara ewil li 81 bajaran nobedê bigirin û ew dixwazin ne tenê li bajaran, li navçeyên 81 bajaran jî li ser sindoqan bin. Turan wiha got: “30 hezar dilxwazên me hene, her roj kesên nû li me zêde dibin. Hêjmara parêzeran nayê zanîn lê gelek parêzerên me hene. Bi taybetî li Enqere, Stenbol, Eskîşehîr, Edene û Mêrsînê gelek parêzerên me hene. Em hewl didin bi awayekî herî bi bandor parêzer li qadan bin. Em ê muşahît û hiqûqzanên xwedî tecrûbe jî li navendên bangan bi cih bikin. Di vê hilbijartinê de ewlehiya sindoqan pir girîng e. Çimkî dê ev hilbijartina çarenûsa duyemîn sedsala Tirkiyeyê diyar bike.”