4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Ewropayê xebatên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk

Dengdana li derveyî welêt 27'ê nîsanê dest pê dike û wê heta 9'ê gulanê dewam bike. Ji bo hilbijartinên 14'ê gulanê wê nêzî 3.5 milyon hilbijêr li derveyî welêt deng bidin.

Ji bo hilbijartinên giştî yên serdema 28’an û tûra destpêkê ya serokkomariyê di 27’ê nîsanê de hilbijêrên li derveyî welêt dest bi dengdanê bikin û heta 9’ê gulanê deng bidin. Li derveyî welêt 3 milyon û 416 hezar hilbijêr wê deng bidin. Li derveyî welêt 227 hezar û 646 hilbijêr wê cara yekê deng bi kar bînin. Koordînasyona Hilbijartinê ya li Derveyî Welêt ku piştgiriyê dide karên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk û zêdeyî 50 sazî di nav de hene, amadekariyên ji bo hilbijartinê bê navber dewam dikin.

Di serî de Ewropa li Kanada, Awustralya, Japonya û welatên Afrîkayê 52 herêmên hilbijartinê hene. Di çarçoveya aktîvîteyên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk de li gelek herêmên hilbijartinê buroyên têkilîdanînê yên hilbijartinê hatin vekirin, komîsyonên xebatê yên hilbijartinê hatin avakirin.

Koordînasyonên hilbijartinê ku ji bo ewlekariya hilbijartinê kar dikin, 400 nûnerên Partiya Çepên Kesk wezîfedar kirin ku li konsolosxaneyan û nûnertiyan mafê wan ê îtirazê heye. Her wiha bi hezaran muşahid jî hatin diyarkirin û semînerên perwerdeyê ji bo muşahidan dewam dikin. Li gorî agahiyên ji Koordînasyona Hilbijartinê ya Derveyî Welêt hatin wergirtin zêdeyî 3 hezar muşahid amade ne û serlêdanên ji bo muşahidiyê jî dewam dikin.

Koordînasyona Hilbijartinê ya li Derveyî Welêt wê ji bo kesên ku cara yekî dengê xwe bidin û biçin konsolosxaneyên cuda ji bo dengdanê, otobus û wesayit amade kiriye.

Her wiha Tîma Medya Dîjîtal a Partiya Çepên Kesk jî hatiye amadekirin ku ji 53 kesan pêk tê.

Norwêc

Dengdana li Norwêcê wê 29’ê nîsanê dest pê bike û 7’ê gulanê bi dawî bibe. Sindoqên dengdanê wê li paytext Osloyê bêne danîn. Li Norwêcê nêzî 7 hezar hilbijêr hene. Partiya Çepên Kesk civîn û serdanên ji bo hilbijartinê dewam dike.

Ji ber ku hilbijêrên li vî welatî li herêmeke berfireh e wê bi tîmên ji 3 kesan hilbijêran bigihînin cihên dengdanê. Hilbijêrên li bajarên li ser sînorê Swêdê ne jî wê li Osloyê dengê xwe bidin.

Swîsre

Dengdana li Swîsreyê wê 29’ê nîsanê dest pê bike û heta 7’ê gulanê dewam bike. Hilbijêr wê li Zurîch, Bern û Cenewreyê deng bidin. Dengdan wê saet di navbera 09:00-21:00 de pêk were. Dawiya hefteyê jî wê dengdan were kirin.

Partiya Çepên Kesk ji bo ewlekariya sindoqan li Zurîchê 80, li Cenevreyê 45, li Bernê jî 30 muşahid wezîfedar kirin.

Karên hilbijartinên li Swîsreyê li 13 Navendên Civaka Demokratîk têne meşandin. Her wiha serdana mal û dikandaran tê kirin. Ji bo hilbijêrên nexweş, extiyar û hewcedar bigihînin cihê dengdanê 14 wesayit, otobusek û mînîbusek ji aliyê koordînasyonê ve hatin amadekirin.

Di hilbijartinên giştî yên 2018’an de HDP’ê li Swîsreyê ji sedî 52 yê dengan bi dest xistibû û bûbû partiya yekemîn.

Spanya

Li Spanyayê dengdan wê li bajarên Barcelona û Madrîdê bê kirin. Dengdan wê di 5-6-7’ê gulanê de pêk were. Partiya Çepên Kesk karên xwe yên ji bo hilbijartinê bi serdana gel û dikandaran dewam dike. Ji bo hilbijêran bigihîne cihê dengdanê jî amadekarî hatine kirin.

Swêd

Li Swêdê Partiya Çepên Kesk karên ji bo hilbijartinê zêde kir. Partiya Çepên Kesk li Helsîngborgê buroya hilbijartinê vekir. Di çarçoveya karên hilbijartinê de şahî hatin lidarxistin, serdana malan û dikandaran tê kirin. Li paytext Stockholmê li gelek deveran standên hilbijartinê hatin danîn.

Koordînasyona hilbijartinê serdana partiya VENSTER’ê kir. Partiay VENSTER’ê ragihand ku weke çavdêr wê 3 wekîlên xwe bişîne Tirkiyeyê.

Her wiha ji bo piştgiriya bi Partiya Çepên Kesk bang kir. Nûnerên Suryaniyên li Swêdê jî ji bo piştgiriya bi Partiya Çepên Kesk bang kir.

Dengdana li Swêdê wê di 1’ê gulanê de dest pê bike û heta 7’ê gulanê dewam bike. Dengdan wê li paytext Stockholmê bê kirin. 3 bajarên Swêdê ji ber ku nêzî Danîmarkayê ne dengdana li wan bajaran wê li Danîmarkayê bê kirin.

Fînlandıya

Dengdana li Fînlandiyayê jî wê li paytext Helsînkiyê bê kirin. Dengdan wê 1’ê gulanê dest pê bike. Li Fînlandiyayê ku nêzî 7 hezar hilbijêr hene, Partiya Çepên Kesk ji bo hilbijêran bigihîne cihê dengdanê amadekariyan dike.

Awusturya

Li Awusturyayê dengdan wê li Viyana, Salzbûrg, Bregenz, Lînz, Graz û Înnsbrûckê were kirin. Hilbijêrên li Wiyana, Salzbûrg û Bregenzê di navbera 27’ê nîsanê û 9’ê gulanê, hilbijêrên li bajarên din jî di 29-30’ê nîsanê û 1’ê gulanê de wê dengê xwe bidin.

Îtalya

Li gorî agahiyên ji Komîteya Amadekariya Hilbijartinê ya Îtalyayê hate wergirtin, komîte ku ji 58 kesan pêk tê, hilbijêrên li Mîlano û Romayê koordîne dike. Ji bo hilbijêran bigihîni cihê dengdanê li Torîno 3 otobus, li Venedîk û Grossettoyê jî otobusek hat amadekirin. Hilbijêrên li bajarên Modena, Bolzano, Novara bi wesayitên xwe wê di navbera 3-7’ê gulanê de li Roma û Mîlanoyê dengê xwe bi kar bînin.