12 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sînordarkirin a ji bo binçavkiriyan bi dawî bû

Biryara sînordarkirinê ya piştî binçavkirinan a 24 saetan bi dawî bû, parêzeran dest bi hevdîtina muwekîlên xwe kirin.

Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê dabû destpêkirin de, 19 roj beriya Hilbijartina Serokomariyê û Hilbijartina Giştî duh amae jî di nav de li 21 bajarên bi ser gelek malan de girtin.  Li Amed, Mêrdîn, Sêrt, Çêwlig, Wan, Şirnex, Êlih, Dîlok, Riha, Bursa, Stenbol, Îzmîr, Mêrsîn, Mûş, Bedlîs, Colemêrg, Osmaniye, Sêwas, Meletî, Polîsan  Semsûr û Enqereyê polîsan bi ser malan de girtin.  Di serdegirtina malan de dest danîn ser gelek pirtûk û malzemeyên dijîtal. Di çarçoveya lêpirsînê de nûçegihana ajansa me Bêrîtan Canozer, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Abdurrahman Gok, nûçegîhanê MA Ahmet Kanbal, Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Yenî Yaşam Osman Akîn, xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Xwebûnê ya heftane ya bi Kurdî Kadrî Esen. rojnamevan Mehmet Yalçin, Mehmet Şah Oruç, Mikail Barut, Salîh Keleş, Remzî Akkaya û hiqûqnas jî di nav de bi giştî 126 kes hatin binçavkirin.

Piştî binçavkirinan jî duh, dozgeriyê biryara sînordarkirina hevdîtina bi parêzeran re ya 24 saetan da. Piştî ku îro biryara sînordarkirinê bi dawî bû, parêzeran bi muwekîlên xwe re dest bi hevdîtinê kirin.

Parêzeran da zanîn ku navê 105 kesên hatine binçavkirin diyar bûne.