2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Halîse Aksoya diya Agît Îpek jî hat binçavkirin

Halîse Aksoya ku cenazeyê lawê wê Agît Îpek di qutiyekê de radestê wê kiribûn û keça wê Mizgîn Karataş jî di operasyona duh de hatin binçavkirin.

Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatibû destpêkirin duh operasyona ku navenda wê Amed bû û li 21 bajaran hat lidarxistin, rojnameger, hiqûqzan, siyasetmedar, hunermend û nûnerên rêxistinên sivîl di nav de 126 kes hatin binçavkirin. Di nav binçavkiriyan de Halîse Aksoya ku hestî ango cenazeyê lawê xwe Agît Îpek di qutiyekê de wergirtibû jî heye.

Polîsan li Amedê bi ser mala Halîse Akosy de girtin. Piştî lêgerîna malê Aksoy hat binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Amedê. Di heman wextê de polîsan avêt ser mala keça Aksoyê Mizgîn Karataşê jî. Polîsan li malê lêgerîn kir û piştre Mizgîn Karataş û hevjînê wê Harûn Karataş girtin binçavan. Polîsan zarokê wan 4 salî jî li gel wan birin midûriyeta polîsan. Zarok heta duh êvarê li gel diya xwe û bavê xwe bû û êvarê radestî xizmên wan hat kirin.