spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Midûr li pey provokasyonê ye

Desthilata AKP-MHP’ê bi pêkanînên dermirovahî, kuştin û girtinan hewl dide desthilatiya xwe bidome.  Kesên ku nerazîbûna xwe li hemberî desthilatê tînin ziman bi destên dadgeran tên girtin. Îro dadgehên Tirkiyeyê veguherandine cihên parastina desthilata AKP-MHP’ê. Ji ber vê yekê hejmara girtiyan her ku diçe zêdetir dibe. Roj tune ye ku rojnameger an jî siyasetmedarên kurd neyên girtin. Zext û zordariya li derve tê meşandin li girtîgehan dijwartir tê meşandin. Edîtorê rojnameya me Zeynel Abîdîn Bûlût ê ku di encama operasyona qirkirinê ya di 16’ê hezîrana 2022’an de tevî 15 rojnamgerên kurd hatibû girtin û li Gîrtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmar 1 Amedê tê girtin. Rojnameger Bûlût der barê zextên li ser wan tên meşandin de nameyek ji rojnameya me re şand.

Rojnameger Bûlût diyar kir hem li zindana ku ew lê ne û hem ji bi giştî rewşa zindanên din gelekî xirab e û dibe ku di demek nêz de rewşeke nexêr û metirsîdar rû bide û wiha got: “Rêveberiya zindanê bi tu awayî îradeya me qebûl nake, polîtîkayên kêfî pêş dixe, di nava hewldanên provokatîf de ye. Hewl dide girtiyên siyasî bikişîne nav provakasyonê. Bi taybetî Midûrê 1’emîn ku ji Kirikkaleyê hatiye vê zindanê, dixwaze bi her awayî li gorî xwe politîkayên kêfî bimeşîn e û xwe li ber çavên desthilatdariyê bide îspatkirin. Lewre li gorî tê gotin midûr ji FETO’yê ye û niha jî ji bo têkevê çavên desthilatê bi dijminahiyeke mezin nêzî me girtiyên kurd û siyasî dibe. Nêzîkatiya midûr û gardiyanan tahrîkar û provokatîf e.”

Zext bê navber didomin

Bûlût zext û pêkanînên kêfî yên li ser wan tên meşandin wiha rêz kir: “Rêveberiya zindanê li gorî xwe, biryarên kêfî li ser girtiyan ferz dike, ne hiqûqê nas dike, ne li gorî danezan û mafên ji girtiyan re hatiye nasîn tev digere. Mafê girtiyan ên mirovî tune dihesibîne û binpê dike. Cudahiyê dixe navbera girtiyan. Hevalên me bê hincet an ji bi hincetên vala tên mişextkirin, ji malbatan tên dûrxistin û tên mexdûrkirin. Girtiyên ji doza FETO, DAIŞ, Hizbullah, çete dixin nav girtiyên siyasî û ev jî rê li ber provakasyonan vedike. Her wiha saetên hevdîtinên girtiyên siyasî û yên ji van dozên DAIŞ, Hizbullah û çete dikin  yek û armanc dikin ku malbatên me û yên van çeteyan bên beramberî hev û pirsgirêkên cidî rû bidin. Bi hincetên vala ji girtiyên siyasî re doz tên vekirin cezayê disîplinê tên birîn. Ji du mehan carekê pirtûkên ji derve tên digirin hundir û tenê 10 pirtûkan didin. Ev ji bi şertê ku di hefteya destpêkê  ya mehên yek hejmar de digirin hundir. Girtiyên siyasî ji hev du qut dikin, her wiha yên girtî û yên hikumgirtî ji hev cuda dikin. Dema girtiyên ji doza PKK’ê tên, derbasbûna nav girtiyên edlî û yên bêalî li wan tê ferzkirin. Hin caran bi kêfî dema yên nû tên girtin, lêgerîna tazî li wan tê ferzkirin. Bi van binpêkirinên mafan, tevgerîna bêhiqûqî hewldanên provokatîf, nêzîkatiya kêfî ya midûr û rêveberiya girtîgehê mirov dikare hêj zêde bi rêz bike. Lê em bawer in ev bi serê xwe her tiştî radixe ber çavan. Daxwaz ew e ku bi riya çapemeniya azad bal bê kişandin. Ser van kiryaran û saziyên eleqedar bi berpirsyariya  xwe rabin, dawî li vê rewşa heyî bê anîn.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê