27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

CPT gardiyanê Îmraliyê ye

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Tevî gelek hewldanên siyasî û hiqûqî jî tecrîda girankirî ya li Îmraliyê didome û saziyên navdewletî ku berpirsê tecrîdê ne, hê jî bi bêdengiya xwe hevpariya xwe ya di vî sûcî de didomînin

Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) li gel ku di bernameya wê de tune bû jî ji ber têkoşîna gelê kurd û hêzên demokrasiyê di îlona 2022’yan de serdana Îmraliyê kiribû. CPT piştî vê serdana xwe raporek amade kir û pêşkêşî civata giştî ya Konseya Ewropayê kir.

Konseya Ewropayê ji bo civîna xwe ya 110’emîn di navbera 6 û 10’ê adarê de li bajarê Strasborûgê yê Fransayê li hev civiya. Yek ji rojava civînê rapora heyeta CPT’yê ku têkildarî rewşa girtîgehên dewleta tirk û girtîgeha Îmraliyê bû. Rapora ku bi awayekî berfireh hat amadekirin ji aliyê Civata Konseya Ewropayê ve hat qebûlkirin.

Çavên xwe ji sûcan re digirin

Piştî qebûlkirina raporê seroka heyeta CPT’yê Therese Maria Rytter, di hevpeyvîneke xwe de diyar kiribû ku wan rapora amade kiriye û radestî dewleta tirk kiriye. Lê têkildarî raporê ji aliyê dewleta tirk û rêvebiriya wê ve heya niha tu daxuyanî nehatiye dayîn. Ji ber ku mijar binpêkirina mafên mirovan, îşkence û tecrîda li girtîgehan e, hêzên navneteweyî di ferqa helwest û kiryarên dewleta tirk de ne. Lê tevî ku gelek caran ev sûc bi belge û daneyan hatine piştraskirin jî hêzên navneteweyî yên ku dewleta tirk ji bo berjewendiyên xwe yên qirêj bi kar tînin çavê xwe ji van sûcan re digrin ango ji nedîtî ve tên.

Di qada navneteweyî de dema ku mijar dibe gelê kurd û taybet jî Rêber Apo hemû pîvanên mafên mirovan ên gerdunî ji bîr dikin. Divê neyê jibîrkirin ku hêzên di her kêliyê de bi serbilindiyeke mezin bahsa van pîvanan dikin,  her dem di nava hewldanên ku van pîvanan li gorî berjewendiyên xwe bi kar tînin de bûne

Hevkariya CPT’yê ya tecrîdê

Ji ber vê yekê di mijara girtîgeha Îmraliyê de mirov nikare hêzên navneteweyî ji derveyî vê pergala tecrîd û îşkenceyê bihêle. Rêber Apo jî di nirxandinên xwe de gelek caran behsa rola hêzên navneteweyî ya li girtîgeha Îmraliyê kiriye. Rêber Apo wê têkiliyê bi van gotinan pênase dike;

“Wexta ku wan ez xistim girtîgeha Îmraliyê ya pêşî ez pêşwazî kirim di asta serokatiyê de nûnera Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) ya bi ser Konseya Ewrûpayê bû. Gotina wê pêşî kir wiha bû: ‘Tu yê di vê girtîgehê de bimînî, em ê jî bi Konseya Ewropayê vir kontrol bikin û hewl bidin hin çareseriyan bibînin’.”

Rêber Apo bi van gotinan dest bi parêznameya xwe ya Manîfestoya Civaka Demokratîk kiriye û destnîşan dike ku pîrejineke heftê salî bi vî awayî ew pêşwazî kiriye. Ji wê rojê heta niha 25 sal derbas bûn û ji wê rojê heta niha tecrîd hê bêhtir hate jidandin û tu çareseriyek jî nehatiye peydakirin.

Binpêkirina xalên îşkenceyê

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku Rêber Apo di parêznameyên xwe de diyar kiribû ku li Îmraliyê rola dewleta tirk notervanî ye. Ji bo Rêber Apo nepeyive û dengê wî neyê bihîstin, notirvanê li Îmraliyê ango dewleta tirk bi gelek hincetan cezayê displînê dide Rêber Apo û pêşî li hevdîtina wî ya bi parêzer û malbatê re digire. Nexasim jî di serdema tifaqa AKP-MHP’ê de polîtîkaya tecrîdê bêhtir hate jidandin û hema bibêje tecrîdeke ji sedî sed a ba di ber re naçe tê ferzkirin. Di çarçoveya vê siyaseta tecrîdê de ev zêdetirî du sal in bi tu awayî agahî ji Rêber Apo nayên girtin. Herî dawî Rêber Apo roja 25’ê adara 2021’ê bi riya telefonê li gel birayê xwe Mehmet Ocalan axivîbû. Ev axaftin jî bi qasî 3-4 deqeyan dewam kiribû, ji aliyê rayedarên dewletê ve hatibû qutkirin. Ji wê rojê ve di serî de parêzer û malbat, gelê kurd tu agahî ji Rêber Apo nagire.

Her çiqas parêzerên Rêber Apo û malbatan ji bo hevdîtinê di sala 2021’ê de 273 caran serî li saziya dewletê ya pêwendîdar da jî nikaribûn tecrîdê bişikînin. Parêzeran li dijî vê yekê, hem serî li dadgehên navxweyî û hem jî serî li saziyên navdewletî da. Lê di vî warî de jî tu encam bi dest nexistin.

Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê, Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di civînên 30’ê mijdarê û 2’yê kanûna 2021’ê de ragihandin ku xalên wan ên li dijî îşkenceyê têne binpêkirin û ji Tirkiyê xwestin guh bide hişyariyên wan lê xuya bû ku ev jî di navbera wan û Tirkiyê de lîstikeke xapandinê ye.

Veşartina raporê

Komîteya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, di mehên hezîran û îlonê yên sala 2022’yan de ji Tirkiyê heman daxwaz kir lê ev tenê bi gotinê ma. Komîteyê qaşo heta dawiya adara 2023’yan dem daye Tirkiyeyê lê heta niha ev biryar nehatiye pêkanîn. CPT di navbera 20-29’ê îlona 2022’yan de li girtîgehên Tirkiyeyê rêzelêkolîn pêk anî.

Di nava van girtîgehan de Îmralî jî hebû. Lê CPT’yê têkildarî hevdîtina xwe tu agahî neda. Rapora ku ji aliyê heyeta CPT’yê ve hat amadekirin di civîna Konseya Ewroyapê de hate qebûlkirin û ji bo Tirkiyeyê hate şandin. Lê ev rapora ku tecrîda li Îmraliyê vedibêje weke sirekê tê veşartin û nayê parvekirin.

Tevî gelek hewldanên siyasî û hiqûqî jî tecrîda girankirî ya li Îmraliyê didome û saziyên navdewletî ku berpirsê tecrîdê ne, hê jî bi bêdengiya xwe hevpariya xwe ya di vî sûcî de didomînin. Saziyên navneteweyî yên mîna CPT qaşo armanca wan a sereke pêşîgiritna êşkenceyê ye lê wek Rêbar Apo di axaftina xwe de dibêje, pargala li Îmraliyê hatiye avakirin ji aliyê CPT ve tê birêvebirin. Di vê mijarê de em dikarin bi awayekî vekirî bibêjin ku tecrîda li Îmraliyê mijarek cîhanî ye.

14’ê Gulanê

Ji bo pêşî li vê tecrîda dermirovî bê girtin, ji bo gelê kurd û alîgirên aşitî û demokrasiyê hilbijartinên 14’ê Gulanê firsetek mezin e. Di vê hilbijartinê de ger dawî li vê desthilata faşîst û qirker a AKP-MHP’ê bê anîn ne tenê gelê kurd li seranserê Tirkiyeyê civaka ku êdî hatiye tecrîdkirin wê azad bibe.  Divê hemû kesên ku li dijî pergala tecrîd û baronên şer in, di hibijartinan de dengê xwe bikin yek û ji bo silametiya welat xwedî li hebûna xwe derkevin. Ger di vê hilbijartinê de ev desthilata faşîst têk biçe wê deriyê Îmraliyê jî vebin û wê pêwîstî bi raporên li odeyên kozmîk tên amadekirin jî nemîne.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê