10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Wê Partiya Çep a Kesk sibê danezana xwe ya hilbijartinê aşkera bike

Wê Partiya Çep a Kesk, sibê danezana xwe ya hilbijartinê aşkera bike û danasîna dûrişme û strana xwe bike.

Partiya Çep a Kesk ku HDP bi lîsteta wê bikeve hilbijartinê, sibe li Enqerê bi bernameyekê danezana xwe ya hilbijartinê aşkera bike. Di daxuyaniyê de destpêkê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar axaftin bikin. Wê her du hevserokê sedemên ku bi lîsteya Partiya Çep a Kesk  dikevin hilbijartinê aşkera bikin.

Danezan, wê ji aliyê Hevberdevkên Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Îbrahîm Akin ve bê aşkerakirin . Piştî aşkerakirina danezanê wê dûrişmeya Partiya Çep a Kesk a hilbijartinê bê aşkerakirin. Dîsa wê danasîna strana hilbijartinê ya bi kurdî û tirkî jî bê kirin.