27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Welatparêzî

Li ser mijara welatparêziyê berê jî gelek şîrove, gotin û analîzên civakî pêk hatine, dibe ku ya me jî dubare be. Lê şîrove û nirxandinên der barê ramanên civakê de dem bi dem dubare çêdibin. Ev rêbazeke perwerdehiyê ye. Ji bo ku mirov armanca xwe bide fahmkirin an jî ji bo di meseleyê de bibe pispor pêdivî bi dubarekirina vê rêbazê heye.

Divê bê zanîn em kurd, weke netewe van demên dawiyê dîsa di rojeva çapemeniya cîhanê da ne. Nêzîkî çar hezar kurd, ji bo ku biçin welatên Ewropayê berê xwe dane sînorên Belarûs û Poloniyayê. Li ser sînor rewşeke kambax, kirêt û serşorî derketibû holê. Erkedarên herdu welatan, her wiha saziyên ku bi navê mafên mirovan kar dikin, di erebeyan de, mîna ku nan bidin kûçikan, nan û kil û pel diavêtin nava wan. Di qadê de jî penaberan xwe hildavêtin jor, destên xwe li hewa digerandin, ji bo pariyek nan bigirin. Ew gelê nan afirandî niha li ber deriyê xelkê pêdiviya wan bi pariyek nan heye! Ax ku a!
Dema li seranserê çiyayên Kurdistanê ji meha adarê heya dawiya meha gulanê, pincar, kardî, kivark û hêşnahiyên cûrbecûr bên berevkirin, dê pêdiviyên xurek ên mirovan ji bo salekê bi hêsanî pêk bên. Eger çandiniya birinc, nok, fasûlî, ceh, genim û tiştên din li deşta Nînovayê (Duhok), Pişderê (Ranya), deşta Germiyan (ji Helepçeyê heya Kerkukê) li tê kirin, bê berhevkirin dê têra hemû Rojhilata Navîn bike. Di hemû gund, navçe û newalan de guz, tirî, xox, sêv, behîv, hirmê, gîlas, simaq û hema bibêjin hemû cûreyên fêkî hene. Mixabin nivşên nû vî karî nakin û berê xwe didin Ewropayê û di kolan û cihên destşoyên wan de kar dikin.

Di vir de dikare bê gotin ku pirsgirêkên ciwanan ên xwendina bilind, aboriyê, polîtîkayê, azadiya fikir û ramanê û bêkarîyê hene. Ji xwe mijarên civakî pir in û li hev asê bûne. Erê rast e, ev hemû jî hene û bi piranî jî mirov bêzar dikin. Koçberî, welat wêrankirin, çare û dermanê vê yekê di geryana li ber deriyê xelkê de nîn e. Gotineke pêşiyan heye; Çavê li deriyan, xwelî seriyan!

Me berê ji bav û kal û dapîran bihîstibû; dema ferman di ser gelê me de hatibû digotin ‘rewş wisa giran bûbû, dayikan zarokên xwe diavêtin!` Niha jî ji bo biçin welatekî xerîb, nediyar, ji bo pariyek nan dayik zarokên xwe li ser sînoran davêjin. Zarok, berî dema xwe tên cîhanê an jî jiber jinan diçin. Her wiha dê û bav ji bo xwe ji mirinê xilas bikin, zarokên xwe diavêjin. Rewşeke kambax e ku mirov nikare bîne zimên. A balkêş û mirov matmayî dihêle ew e ku di nava vê girseyê de kesên bi çapemaniyê re diaxivin, xwe weke kurdistaniyên welatparêz didin nasîn û dibejin, “em bi naçerî ji ber zilm û zordariyê direvin. Wisa diyar e hingî modernîzmê, îdeolojiya lîberalîzmê û mîlîgeriyê pîvanên welatparêziyê şîlo kirine, reva ji welêt bûye pîvana welatparêziyê. Gelo wateya peyva welatparêziyê nayê fahmkirin?

Wê demê em careke din wateya welatparêziyê dubare bikin: Welatparêzî hezkirin û parastina xaka niştiman, xwezaya xwe, gelê xwe û çanda xwe ye. Li gorî hemû pirtûkên olî jî welatparêzî erka serek ye. Kî ji bo gelê xwe û xaka niştiman bi ar û abor şer bike, bimire, ew pakrewan (şehîd) tê nasîn. Gelo ev welat ê bi navê Ewropa tê nasîn li ser siniya zêrîn çêbûye? Welatên Ewropa Belarûs û Rusyayê yan jî Poloniyayê tenê di şerê cîhanê yê duyem de nêzî 40 mîlyon cangorî dane.

Li vir divê mirov hinek tiştan ji nû ve bi wate bike: Ma ne em mirov in, em zindî ne, heyî ne. Ma gelo erka her zindiyekî jî ne xweparastin e? Parastin tenê çek û erka çekdarbûyînê nîne! Bi gotina pêşiyên me; kevir di cihê xwe de girane! Eger mirov li gorî vê gotinê tevbigere, axa xwe neterikandin erka welatparêziyê ye; li çanda xwe, ol û bawerîya xwe, bîrewariya welatê xwe, dîrok û zimanê xwe xwedîderketin jî erka welatparêziyê ye.
Berî her tiştî Ewropa berpirsayrê çarperçekirina Kurdistanê ye. Ên çekên kîmyewî dan Saddam û bûn sebebên komkujiya Helebçe welatên rojavayî bûn. Di serî de jî Almanya bû. Niha jî ên çekên kîmyewî didin Tirkiyayê û çiyayên welatê me, zarokên gelê me tune dikin dîsa welatên Ewropayê ne.
Di encamê de ev rêwîtiya malkambax ya ku planeke Tirkiyayê û hevalbendên wê ye ji bo ku bi rêya penaberan zextê li ser Ewropayê bike aşkera bû. Ev ne îdîa ye, ev rastî ye. Li vir ev pirs girîng e. Ma gelo bûyîna amûr di destê xelkê de welatparêzî ye?
Bêguman fêlbaziya polîtîkaya desthilatên cîhanî heye û dê hebe jî. Ev relîteya cîhana îroyîn e, yan jî xewfiroşên welêt bûne amûrên dagirkeran û gelê nezan dixapînin. Ji rê derdixin, berê wan dindin dervayî welêt û bi xwe jî welatê wan talan dikin. Lê em mirov in, hişê me jî heye, hişmendîya me jî heye, çawa dijmin nabe dost, xwefiroşî jî nabe welatparêzî. Wê demê em ê ji bo xwe li rêyên çareseriyê bigerin, çawa dijmin, xwefiroş bi hev re mil bi mil têdikoşin divê em welatparêz jî li dijî wan bibin yek. Gotina bav û kalan heye. Derd û kul û azar yek bin, dergeh jî hezar in! Ango erka welatparêziyê ya vê demê jî afirandina rêya çareseriyê ye, ne reva ji welêt e.