8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Wezaretê bersiv da AYM’ê: Ji ber sedemên ne bi destê me

Wezareta Dadê têkildarî astengkirina hevdîtinên Abdullah Ocalan ên bi malbat û parêzeran re nêrînên xwe bi AYM’ê re parve kir. Wezaretê ev îdia kirin: “Miameleya xerab tune ye. Ji ber sedemên ne bi destê me, hinek kêmanî derdikevin û ev yek jî tiştekî maqûl e.”

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata sala 1999’an de bi komployeke navneteweyî hate girtin û radestî Tirkiyeyê hate kirin. Abdullah Ocalan, ev 24 sal in li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin. Ocalan, herî dawî di 25’ê adara 2021’an de bi birayê xwe Mehmet Ocalan re li ser telefonê axivî bû û axaftina wan di nivî de hatibû qutkirin. Ji hevdîtina ser telefonê heta niha jî tu agahî ji Abdullah Ocalan û girtiyên din Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş nayên girtin.

Girtîgeh hevdîtinan asteng dike

Rêveberiya girtîgehê, di 7’ê gulana 2021’an de têkildarî Abdullah Ocalan û girtiyên din biryarek da û hevdîtina ziyaretvanan asteng kir. Parêzer ji vê biryarê nehatin agahdarkirin. Bi vê yekê re mafê îtîrazê yê parêzeran hate astengkirin. Ji girtiyan Veysî Aktaş, serî li 1’emîn Dadgeriya Înfazê ya Bursayê da. Lê belê dadgeriyê di 1’ê hezîrana 2021’an de serlêdana îtîrazê red kir. Aktaş, piştre jî biryara dadgeriyê bir 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Bursayê. Dadgehê, di 18’ê hezîranê de îtîraz red kir û bi vê yekê re biryar teqez bû.

Rêveberiya girtîgehê, di 18’ê tebaxê û di 23’yê mijdara 2021’an de du biryarên din dan û bi giştî ji bo 6 mehan hevdîtina bi ziyaretvanan re qedexe kir. Li gel vê; Serdozgeriya Komarê ya Bursayê jî ji bo qutkirina peywendiya di navbera parêzer û Abdullah Ocalan de, di 12’ê cotmeha 2021’an de serlêdan kir. 4’emîn Dadgeriya Înfazê ya Bursayê daxwaz qebûl kir û ji bo 6 mehan qedexe kir ku parêzer bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin. Heman biryar, di 22’yê cotmehê de teqez bû.

Tecrîd birin AYM’ê

Parêzeran, ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan û miwekîlên din re di 22’yê mijdara 2021’an de serlêdan kirin. 4’emîn Dadgeriya Înfazê ya Bursayê bi hinceta biryara qedexeya hevdîtinê ya ji bo 6 mehan, serlêdan red kir. 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Bursayê jî bêyî sedemekî nîşan bide, biryara redkirinê qebûl kir û biryar di 1’ê kanûna 2021’an de teqez bû. Li ser vê yekê parêzeran bi sedema ku miwekîlên wan rastî tecrîda girankirî, qedexeyan û miameleya xerab tên, di 24’ê kanûna 2021’an de li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) serlêdanên şexsî kirin.

Ji bo 23 hevdîtinan nêrîn hat xwestin

Di nava 8 salan de Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê bi dehan caran serî li AYM’ê dan. Hat zanîn ku AYM’ê ji bo 23 serlêdanan ji Wezareta Dadê nêrîn xwestiye. Wezaretê jî têkildarî qedexeyên hevdîtinên bi parêzeran re, qedexeyên hevdîtina bi malbatê re, cezayên disiplînê, mafê telefonê, qedexeyên di dema Rewşa Awarte (OHAL) de yên li Îmraliyê û gelek mijarên din de agahî bi AYM’ê re parve kir. AYM’ê têkildarî 23 dosyayan ji Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê nêrîn û agahî xwest.

Li gorî wezaretê ‘Miameleya xerab’ tune ye!

Wezareta Dadê di 24’ê adarê de têkildarî serlêdana derheqê astengkirina hevdîtina bi parêzer û malbatê re bi AYM’ê re nêrîn parve kir. Ajansa Mezopotamyayê(MA) xwe gihand nêrînên wezaretê. Wezaret, balê dikişîne ser biryarên dadgehê û îdia dike ku tecrîda li Îmraliyê “miameleya xerab” nîne. Wezaret, bi domdarî dibêje ku miameleya xerab têgeheke “îzafî’ ye”, biryarên têkildarî astengkirinan bi bîr dixe û tecrîdê li Îmraliyê weke tecrîdeke “sivik” dinirxîne û vê îdiayê dike: “Li Îmraliyê miameleyeke xerab tune ye.”

Parastina ‘ji ber sedemên ne ji destên me tên’

Wezaret, di bersiva xwe de îdia dike ku mafên şandin û wergirtina nameyan, hevdîtinên bi parêzer û malbatan ên Abdullah Ocalan û girtiyên din li gorî mewzûatê tên cîbicîkirin. Ji sala 2011’an heta niha Ocalan tenê 5 caran di rewşên “îstîsnaî” de bi parêzerên xwe re hevdîtin kiriye û cara ewil di 27’ê nîsana 2020’an de li ser telefonê bi malbata xwe re axivî ye. Wezaretê, parastina xwe li ser van hevdîtinan kir.

Di bersiva xwe de wezaretê têkildarî înfazkirina ceza ya Abdullah Ocalan û girtiyên din jî wiha got: “Li gorî cezayê hikûmxwarên din ên di heman rewşê de, zehmetiyên wê bêhtirin.” Bi vê yekê re wezaret li xwe mikûr hat ku di înfazkirina cezayê Abdullah Ocalan û girtiyên din de “cihêkariyê” dike.

Têkildarî qedexeyên hevdîtinên bi malbat û parêzeran re jî wezaret vê nirxandina balkêş dike: “Ji ber sedemên ne ji dest tên, di mijara hevdîtina parêzer û malbatan ên bi Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li heman girtîgehê tên ragirtin de kêmanî çêdibin. Hem ev rewş û hem jî girtina tevdîrên zêde yên ewlehiyê, rewşeke maqûl e û bi awayekî eşkere tu bingeha wê nîne…” Lê belê di bersivê de derheqê “sedemên ne ne ji dest” tu agahî nehatine dayîn.

Nikarin nameyan bişînin derve

Di heman demê de têkildarî redkirina daxwazên hevdîtinan jî wezaretê îdia kir ku rewşeke “keyfî” tune ye û ev rewş bi qedexeyên hevdîtinan bi ziyaretvan û parêzeran ên sîstematîk parast. Wezaretê, hevdîtina Mehmet Ocalan a di 12’ê çileyê, 5’ê hezîranê û di 12’ê tebaxa 2019’an de ku piştî greva birçîbûnê ya bi pêşengtiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven hatiye destpêkirin hatibû kirin, bi bîr xist. Wezaretê, hevdîtinên behsa xeberê û 2 hevdîtinên li ser telefonê ku piştî 21 salan hatin kirin weke mînak nîşan da û îdia kir ku qedexeyên heyî “keyfî” nînin.

Wezaretê, îdia kir ku di sala 2021’an de 162 û di sala 2022’yan de jî 77 name dane Abdullah Ocalan. Her wiha wezaretê îdia kir ku name dane girtiyên din jî. Wezaretê, têkildarî nameyan tu agahiyên din parve nekir. Dewlet nahêle Abdullah Ocalan û girtiyên din ji bo derve nameyan bişînin û wezaretê têkildarî vê mijarê tu agahî nedan.

Bûroya hiqûqê ya sedsalê bersiv da

Piştî wezaretê, AYM’ê di 3’yê nîsanê de îcar ji Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê nêrîn xwest. Parêzeran heta 18’ê nîsanê derheqê 23 dosyayan de nêrînên xwe parve kirin û diyar kirin ku hincetên wezaretê yên têkildarî qedexekirina hevdîtinên bi parêzer û malbatan re eleqeya xwe bi rastiyê re nînin.

Parêzeran bal kişand ser biryara Benalî-Lîbya ya Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) û destnîşan kirin ku bi qedexekirina hevdîtinên bi malbat û parêzeran re biryara qedexeya îşkenceyê ya NY’yê tê binpêkirin û ev rewş incommunicado (bêpeywendiya mutleq) ye. Parêzeran, got ku Abdullah Ocalan û miwekîlên wan ji 25’ê adara 2021’an ve di mercên incommunicado de tên ragirtin û berevajî wezaretê, divê serlêdana wan di çarçoveya xala 17’emîn a Destûra Bingehîn (qedexeya miameleya xerab û îşkenceyê) de were nirxandin.

Ev 25 meh in agahî nayên girtin

Bi domdarî parêzeran da zanîn ku ji Ocalan 25 meh in tu agahî nayên girtin û diyar kirin ku îdiaya “name tên dayîn” ên wezaretê jî “spekulasyon e” û divê were teyîdkirin. Parêzeran, bi domdarî ev tişt anî ziman: “Piştî 20’ê tîrmeha 2016’an ve nivîsandina nameyan a serlêdêran hatiye astengkirin. Parêzeran gelek name nivîsandine lê nayê zanîn bê ka ev name hatine radestkirin an na. Ji bo teyîdkirina vê rewşê jî mekanîzmayeke jêbawer û vekirî tune ye. Di vê mijarê de girîng e ku wezaret eşkere bike bê ka çend name ji serlêdêran re nehatine dayîn, hejmara nameyên hatine sansûrkirin çiqas in û nameyên ku serlêdêran xwestin bişînin lê dest danîne ser çiqas in.”

Veguherî pergaleke cezayê

Di berdewamê de parêzeran bal kişand ser mewzûatên neteweyî û navneteweyî û gotin ku di vê çarçoveyê de mafên Abdullah Ocalan û miwekîlên wan ên din hatine xespkirin. Parêzeran, diyar kir ku Girava Îmraliyê tekane girtîgeha li giravê ye, di çarçoveya herêma qedexe ya leşkerî de ye û bi rejîmeke awarte tê birêvebirin. Parêzeran, ev rewş weke tecrîd pênase kirin û gotin ku astengkirina hevdîtinên bi parêzer û malbatan re, hevdîtina li ser telefonê û qedexekirina nameyan jî veguheriye pergaleke “cezayê” û ev rewş li miwekîlên wan tê ferzkirin. Her wiha parêzeran bal kişand ser rapora Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) ya di 5’ê tebaxa 2020’an ku tecrîda li Îmraliyê weke “nayê qebûlkirin” dinirxîne û bibîrxistin ku di rapora CPT’yê de tê gotin ku “hincetên fermî” yên têkildarî astengkirina hevdîtinên bi malbatê re xapînok in.

Xala 17’an a destûra bingehîn

Parêzeran, got ku merc û miameleyên ji bo têkbirina aliyê fîzîkî û derûnî yên şexsan girêdayî qanûnên “Miameleya xerab in” û ev tişt anîn ziman: “Têkildarî derfetên hewayê paqij, periyodên hevdîtinên miwekîlên ên bi hev re, xwegihandina weşaên çapkirî, dîtbarî û guhdarîkirinê tu agahî li ber dest nînin. Ji cîhana derve bi temamî hatine îzolekirin, tu agahî jê nayên girtin û mercên heyî nayên venihêrtin. Ev rewş jî bi xwe re xetereya her cureyên binpêkirinan tîne. Şêweyê sepanên rejîma înfaza girankirî û rewşa agahîjênegirtinê, bi taybet ji bo şexsê serlêdêran heye. Bi taybet jî li herêma qedexe ya leşkerî tên ragirtin û mercên girtîgehê jî tenê li gorî yên wê derê ne. Rejîma sepanê ya taybet heye ku nêzikatiya giştî derbas dike. Ji ber van sedeman jî xala 17’an a Destûra Bingehîn hatiye binpêkirin.”

Rola Abdullah Ocalan hate bibîrxistin

Parêzeran, di heman demê de bal kişand ser girîngiya rola Abdullah Ocalan a di nava civaka kurd de û diyar kirin ku ji bo li Tirkiyeyê rêvebirineke demokratîk hebe, Ocalan tekane muxatab e. Parêzeran, qala “Pêvajoya guftûgoyê” kirin û gotin ku dema dengê Abdullah Ocalan digihije derve, rewşeke erênî derdikeve holê û anîn ziman ku divê qedexeya li ser hevdîtinên bi malbat û parêzeran re bi dawî bibin.

AYM bi sala ye serlêdanên parêzeran bêbersiv dihêle û nayê zanîn bê ka dê biryara xwe ya têkildarî serlêdanan kengî bide.