5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

HDP: Em dikarin 14’ê Gulanê veguherînin cejna duyemîn

Hevserokên Giştî yên HDP’ê û Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk bi peyamekê Cejna Remezanê pîroz kirin û gotin ku dikarin 14’ê Gulanê veguherînin cejna duyemîn

Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar û Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Îbrahîm Akin bi boneya Cejna Remezanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Cejna Remezanê di bin siya êşeke mezin, krîzeke giran, birçîbûn û xizaniya civakê de tê pêşwazîkirin û wiha hate gotin: “Li aliyê din, em cejnê li peravên guhertin û veguherînê, cejnên rasteqîn û hêviyên mezin pêşwazî dikin.”

Serkeftina 14’ê Gulanê wê cejnê mayînde bike

Di daxuyaniya ku bi dehan hezaran mirovên di encama binpêkirinan de di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan hate bi bîr xistin de wiha hate gotin: “Divê em di çarçoveya soz û dilsoziya bi bîranînên wan re guherîneke rasteqîn biafirînin. Niha li dijî dîwarên ku tê xwestin di navbera me de bên lêkirin, dem dema hev girtin, hembêzkirina zêdetir, hembêzkirina hev e. Em ê birînên xwe bi hev re bipêç in, em ê hêvî û kêfxweşiyê bi hev re mezin bikin. Bi wesîleya vê cejnê em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku hesta piştgiriyê ya tevî desthilatdariyê di erdhejê de derket holê mezin bikin û di 14’ê Gulanê de vê yekê bikin guhertin û veguherîneke rasteqîn. Em dikarin jiyana xwe bi awayekî wekhev û azad ji nû ve biafirînin. Em dikarin 14’ê Gulanê ji bo vê axa ku em li ser dijîn û ji bo gelê xwe veguherînin cejnên rasteqîn û mayînde. Em Cejna Remezanê ya gelên xwe pîroz dikin; Em hêvî dikin ku cejn bibe wesîleya ji bo aştî, xwişk û biratî, wekhevî û azadiyê. Em di wê baweriyê de ne ku em ê vê cejnê di 14’ê Gulanê de veguherînin cejna duyemîn.”