18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Partiya Çepên Kesk li Semsûrê çû serdana goristanan

Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Semsûrê bi boneya roja erefeyê çû serdana gorên qurbaniyên erdhejê û yên kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane

Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Semsûrê tevî namzetên parlamenteriyê yên bajêr, bi boneya erefeya Cejna Remezanê çû serdana goristanên Karapinar û Ziyartegeha Zeynel Abîdîn. Di serdanê de gorên kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn û qurbaniyên erdhejê hatin ziyaretkirin.

Şande ji ewil çû serdana gorên 28 endamên PKK’ê yên li Goristana Karapinarê ku di 7’ê gulana 1993’yan de li Çiyayê Bezarê yê Çêlikan a Semsûrê di encama bikaranîna çekên kîmyewî de jiyana xwe ji dest dabûn. Beşdaran, ji ewil deqeyek rêz girt û piştre jî qurnefîl danîn ser goran. Ji namzetên parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk Alî Kenanoglû diyar kir ku wan ji bo jiyaneke nû ya azad û wekhev berdel dane û dê wan tu carî ji bîr nekin.

Piştre jî beşdar çûn serdana gorên qurbaniyên erdhejê, ji malbatên qurbaniyan re sersaxî xwestin û dua kirin.

Endam, rêveber û namzetên Partiya Çepên Kesk piştre jî çûn serdana Ziyaretgeha Zeynel Abîdîn a li Taxa Turmuzê. Di serdanê de gorên kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn û qurbaniyên erdhejê hatin ziyaretkirin. Her wiha şandeyê ji malbatên qurbaniyan re sersaxî xwestin û dua kirin.