6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Şengalê Cejna Çarşema Nîsanê bi coşek mezin hate pîrozkirin

Bi boneya Cejna Çarşema Nîsanê bi hezaran Êzidî ji her derê berê xwe dan Şengalê û Cejna Çarşema Nîsanê pîrozkirin. Her wiha peyamên xurt ên ji bo mîsogerkirina Xweseriya Şengalê hatin dayîn

Ji salên din cudatir civaka Êzidî, ji her derê ku Êzidî lê heyî berê xwe dan warê xwe yê miqadestt Şengalê û Cejna Çarşema Nîsanê pîrozkirin. Yek ji qadên pîrozbahiyê Baxçeyê Serok Apo ê li Geliyê Kersê bû. Li vir axaftin û peyamên giring ên pîrozbahiyê hatin dayîn û Cejna civaka Êzidî hate pîrozkirin.

Şahiya Cejnê ku bi pêşengtiya Navenda Çand û Hunera Şengalê hatî lidarxistin, bi hezaran kes beşdarbûn.

Di destpêka bernameya pîrozbahiyê de peyama Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta hate nîşandan. Sozdar Avesta di destpêkê de Cejna Çarşema Serê Nîsanê li tevahî civaka êzidî pîroz kir û di şexsê Fermandarên YBŞ’ê Pîr Çeko, Agir Cefrî û Şêrzad Şemo ku di êrişên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibûn de tevahî şehîdên Têkoşîna Azadiyê bibîranîn û got ku civaka Êzidî jî yek ji wan civakan e ku xwe bi ronahiya fikrên Rêber Apo li ser lingan girtiye û balkişand li ser giringiya Kongreya 5’emîn a Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê û li tevahî civaka Êzidî pîroz kir.

‘Emê xeyalên şehîdan pêk bînin’

Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Riham Hesen jî Cejna Çarşema Nîsanê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevahî şehîdên 74 fermanan û civaka êzidî pîroz kir. Riham Hesen da diyarkirin ku weke civaka Êzidî ewê bi rengê Nîsanê û bi rihê berxwedanê her dem li ser lingan bin.

Riham Hesen balkişand liser zextên li ser civaka Êzidî ku li Efrînê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve li wan tên kirin û wiha got: “Me ferman jiyan kir lê bi saya gerîlayan em ji qirkirinê rizgarbûn, lê civaka me ya Êzidî ku li Efrîna dagirkirî ne, her roj li ser wan fermane û nikarin Cejnên xwe pîroz bikin. Li ber çavê raya giştî li wan tê ferzkirin ku behrewiya xwe biguherînin. Ji bo civaka Êzidî li her derê xwe ji qirkirinê xilas bike pêwîste bên rêxistinkirin û xweser jiyan bikin, ev mafê me ye. Ji bo civaka me êdî rastî fermana neyê, ji bilî sîstema Neteweya Demokratîk tu rêyekî me yê din nîne. Ji bo vê jî emê xewn û xeyalên şehîdanên ji bo Şengala Xweser û Azad pêkbînîn.”

‘Sekna xelkê Şengalê ji bo dijmin peyama herî mezine’

Berdevka Koordînasyona Cîvaka Êzidî a Ewrupayê Çîçek Yildiz jî axivî û Cejna Çarşema Serê Nîsanê li Rêber Apo û tevahî şervanên azadiyê pîroz kir û tevahî şehîdên Êzidxanê bi bîranî. Çîçek di dewama axaftina xwe de da zanîn ku bi amadebûna xelkê Şengalê bersiva herî mezin dane dijminan û got ku civaka Êzidî li ku dibe bila bibe divê li ser axa xwe vegerin û xweseriya xwe pêk bînin.

Piştî axaftinan bernamey bi stran û govendan berdewam kir. Bi rêzê ve Koma Dengbêjên Şengalê, Hunermend Bager Medî, Koma Zarokan a Şehîd Zerdeşt, Hunermend Bişar, Hesen Emo û Yaser Şengalî derketin ser dîkê û stran gotin. Her wiha heya saetên şevê govend hat gerandin.