spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbata Şenyaşar: Em li benda 14’ê Gulanê ne

Malbata Şenyaşar a ku Nobeta Edaletê dewam dikin gotin, "Desthilatdariya ku vê zilmê dike li ber têkçûnê ye. Em li benda 14’ê Gulanê ne."

Xizm û parazvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrîşî Malbata Şenyaşar kiribûn. Di encama êrîşê de hevjînê Emîne Şenyaşarê û du kurên wê hatibûn qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya Malbata Şenyaşar di roja 759’an de berdewam dike.

Emîne Şenşayar, tevî zarokên xwe bi boneya roja erefeyê çû Goristana Malbatê ya Pirsûsê û gorên zarokên xwe Adil û Celal Şenyaşar û hevjînê xwe Haci Esvet Şenyaşar ziyaret kir. Malbatê, li ser goran dua kirin.

Ferît Şenyaşar, xwest ku li ser gorên bira û bavê xwe axaftineke kin bike lê polîsan asteng kir. Polîsan, kamereya nûçegihanê MA’yê girtin û nehiştin ku dîmenan bikişînin. Malbata Şenyaşar jî bertek nîşanî polîsan dan û daxuyanî di ketina goristanê de da.

Şenyaşar, wiha got: “Em îro bi boneya roja erefeyê hatin goristanê. Hêzê ewlekariyê ku qanûn dane aliyekê û li gorî fermanên serdestan tevdigerin, nehiştin ku dayik êşa xwe bijî. Desthilatdariya ku vê zilmê dike li ber têkçûnê ye. Em li benda 14’ê Gulanê ne. Dê ev zîhniyeta ku ewqas neheqiyan dike, zilmê dike, qanûnan binpê dike û parlamenterên xwe diparêze têk biçe û daraza serbixwe û bêalî were. Yên ku ev komkujî kirin jî dê li hemberî daraza serbixwe hesabê bidin.”

Malbat, piştî serdana goristanê ji bo domandina Nobeta Edaletê ber bi Edliyeya Rihayê ve kete rê.