28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Wezaretê eşkerekirina cihê gora Şêx Seîd red kir

Wezareta Karên Navxweyî doza bi daxwaza eşkerekirina gora Şêx Seîd hatiye vekirin, bi gotina “aliyên hisûmet ne em in” xwe parast û parvekirina agahî û belgeyan red kir.

Baroya Amedê, Komeleya Çand Perwerde û Piştevaniyê ya Şêx Seîd û nevî û wasiyê Şêx Seîd, Kasim Firat ji bo cihê gora were eşkerekirin, serî li Wezareta Dadê da. Ev pêvajoya dozê di sala 2019’an de hat destpêkirin. Wê çaxê Wezareta Karên Navxweyî bersiv neda serlêdanê. Li ser xemsarî û bersevnedayîna Wezaretê, dozdaran vê carê serî 5’emîn Dadgeha  îdareya Enqereyê dan.

Di daxwaza sekinandina birêvebirinê de, mafê zanîna rastiya di Protokola Zêde ya hejmar 1 a Peymana Cenevreyê de, “Danezana Windayan”, “Peymana Windayan”, “Prensîbên Nûjenkirî yên Neteweyên Yekbûyî yên li ser Teşwîqê û Parastina Mafên Mirovan bi Rêya Têkoşîna Parastinê, “Danezana Têkildarî Parastina Her Kesî ya li Dijî Windakirina bi Darêzorê ya Neteweyên Yekbûyî”, erka girtina tedbîrên bibandor ên ku li ser dewletan hatine ferzkirin û prensîba azadiya ramanê û derbirînê ya Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ya li ser bingeha qanûnî wek paldank hat nîşandan.

Sekinandina birêvebirinê red kir

Dadgehê serlêdan qebûl kir û di çarçoveya serlêdanê de ji Wezareta Karên Navxweyî parastinê xwest. Wezaretê diyar kir ku di bûyerê de ew ne aliyê hisûmet in û ji ber vê sedemê xwestina sekinandina birêvebirinê di warê palpişta hiqûqî de bêpar e û xwest daxwaza sekinandina birêvebirinê bê redkirin. Li ser vê yekê dadgehê jî daxwaza sekinandina birêvebirina red kir.

‘Aliyê hisûmet ne em in’

Wezareta Karên navxweyî sekinandina birêvebirina biryara parvekirina agahiyan red kir. Dadgehê ji bo doza hevdîtina esasê danişîna ewilî 25’ê Nîsanê diyar kir. Dadgehê têkildarî daxwazê belge û agahî ji Wezareta Karên Navxweyî xwest. Wezaretê diyar kir ku ji ber ku aliyê bi hisûmet ne ew in daxwaza agahî û belgeyan red kir.

‘Wezaret ji agahî parvekirinê direve’

Parêzerê malbata Şêx Seîd, Mêhdî Ozdemîr ku rêveberê Baroya Amedê ye destnîşan kir ku Wezareta Karên Navxweyî ji parvekirina agahî û belgeyan direve û neparvekirina agahiyan a Wezaretê ji bo malbatê binpêkirina mafê hurmetê ya malbatê ye.