spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parlamenterên Iraqê: Hikûmeta Herêmê hincetên ne rewa nîşan dide

“Ji bo ku ku carek din êrîşî balafirxaneya Silêmaniyê neyê kirin û tedbîrên pêwîst werin girtin, em ê di nava parlamentoyê de hevdengiyekê ava bikin. Hikumeta Herêmê ji bo bombebarana balafrxaneya Silêmaniyê, hincetên ne rewa nîşan dide.”

Parlamenterên Iraqê derbarê êrîşa dewleta tirk ya li ser balafirxaneya Silêmaniyê de gotin; “Ji bo ku ku carek din êrîşî balafirxaneya Silêmaniyê neyê kirin û tedbîrên pêwîst werin girtin, emê di nava parlamentoyê de hevdengiyek ava bikin. Hikumeta Herêmê ji bo bombebarana balafrxaneya Silêmaniyê, hêcetên ne rewa nîşan dide.”

Di 7’ê Nîsanê de balafirên bê mirov û bi çek yên dewleta tirk  balafirxaneya Silêmaniyê bombekir. Hedefa dewleta tirk fermandarê Giştî yê HSD’ê bû, lê êrîş ne gihişt armanca xwe. Neraîbûna hemberî êrîşên dewleta tirk dewam dikin. Derbarê êrîşê de parlamenterên Iraqê ji ajansa me re axivîn.

Parlamenterê Iraqê yê ser bi fraksiyona Komeleya Dadgerî Soran Umer derbarê êrîşê de da zanîn ku Lijneya Ewlekarî û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê cihê êrîşa Tirkiyeyê lêkolîn kiriye. Soran got; “Wê ew lijne raporekê amade bike û radestî parlamentoya Iraqê bike. Piştre parlamento wê biryar bide bê ka li hemberî bombebarana Tirkiyeyê ya li ser balafirxaneya Silêmaniyê dikare çi bike.”

Parlamenterê Iraqê yê ser bi fraksiyona YNK’ê Biryar Reşîd jî li ser heman êrîşê nêrînên xwe anî ser ziman û wiha got; “Pirsgirêk peywendiya xwe bi hemû Iraqê ve heye, ne tenê ev pirsgirêka bajarê Silêmanî û Herêma Kurdistanê ye. Pêwîst bû Hikûmeta Herêmê li ser êrîşî xwedî daxuyaniyek tund ba. Lê liv û tevgera wan gelek siste û ji bo êrîşê hincetên ne rewa nîşan didin. Weke Frkasiyona YNK’ê em karên cidî li ser vê êrîşê dikin.”

Di dawiya axaftina xwe de Biryar Reşîd dibêje; “Bi ti awayî ev kiryarên dewleta tirk nayên qebûlkirin. Ji bo ku di nava parlamentoyê de hevdengiyek dijî van êrîşan çêbibe û tedbîrên pêwîst werin girtin, em kar dikin.”