20 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Wezîr destûr neda ku dayikan nêzî wî bibin

Dayikên ku Nobeda Edaletê digirin, ji bo bi Wezîrê Dadê re hevdîtinê bikin çûn ber wezaretê. Lê wezîr  destûr neda ku dayik nêzî rêya wezaretê jî bibin.

Xizm û dayikên girtiyan ku Nobeda Edaletê dabûn destpêkirin û nobeda xwe veguherandin qonaxeke nû ji bo piştgiriyê bidin çalakiya boykotê ya girtiyan xwestin serdana Wezîrê Edaletê bikin. Dayikên ku ji saetên sibehê ve li Enqereyê bûn, dema ku xwestin biçin Wezareta Edaletê polîsan destûr nedan ku dayik nêzî wezaretê bibin.

Destûr nedan parlamenterên DEM Partî û dayikên ku hatin Meclîsê ji mînîbusê dakevin. Polîs li pêşiya dayikan bûn asteng û nexwest biçin Wezîrê Edaletê re hevdîtinê bikin.

‘Em ji bo bidawîkirina tecrîdê hatin, ne ji bo şer’

Li ser navê dayikên ku piştî pankart hat astengkirin dest bi daxuyaniyê kirin Meryem Soylu axivî. Meryem di axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Em ji bo dawî li tecrîdê bînin hatin, em nehatin şer bikin. Em dibêjin bila bi wekîlan re biçin Wezareta Dadê. Em dibêjin bila edalet were vir. Hûn qebûl bikin an nekin, di zindanan de tecrîd heye. Kesên bêguneh digirin û dixin nava tecrîdê. Em edalet û aştiyê dixwazin.”

Piştî daxuyaniyê dayik bi dirûşmên, “Bijî berxwedana zindaman”, “Hak hiqûq edalet” ketin meclisê.