8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Wezîrên Yekitiya Ewropayê civîneke awarte lidar xistin

Wezîrên Yekitiya Ewropayê ji bo gefên Rûsyayê yên bikaranîna çekên nukleerî li New Yorkê civîneke awarte lidar xistin. Civîn doh di çarçoveya civînên Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî pêk hat û tê de nîqaşa ambargoyên nû li dijî Rûsyayê hatin guftûgokirin.

Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekitiya Ewropayê Josep Borrell di civînê de ragihand ku 27 welatên endamên Yekitiya Ewropayê li ser sepandina ambargoyên nû li ser Moskovayê gotûbêj kirine.

Borrell her wiha got ku di encamdana vê civîna warte de, wezîrên ewropî daxuyaniyek da ku tê de bi tundî Rûsyayê hate şermezarkirin.

Her wiha Wezîran teqezî li ser berdewamiya zêdekirina alîkariyên leşkerî bo Ukraynayê kirin lêkolîna li ser danîna tedbîrên nû yên sînordar li dijî Rûsyayê kirin.

Hêjayî gotinê ye ku dê Borrell îro li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî li ser Ukraynayê biaxive. Borrell beriya vê civînê hişyarî dabû ku gefa çekên nukleer yên Rûsyayê li ser tevahiya cîhanê metirsiyeke mezin e û bal kişand ser hewcedariya civaka navneteweyî li hember vê xetereyê.