8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Wezîrên YE`yê li Ukraynayê dicivin

Kongresa Amerîkayê biryara fînanseya demkî erê kir ku alîkariya ji Ukraynayê re nagire nav xwe, piştî wê biryarê îro cara yekê wezîrên Yekitiya Ewropayê li paytexta Ukrayna Kievê dicivin

Piştî ku DYA`yê qanûna fînanseya demkî erê kir ku alîkariya ji Ukraynayê re nagire nav xwe, wezîrên karên derve yên YE`yê îro li paytexta Ukrayna Kievê dicivin ji bo ku piştgiriya dewletên yekitiyê ji Ukraynayê re rave bikin.

Wezîrê Karên Derve yê Ukraynayê Dmytro Kuleba civîna hempîşeyên xwe yên ewropî li Kievê wekî “di nav sînorên pêşerojê” yên YE`ê de bi erênî nirxand.

Kuleba di civîneke çapemeniyê li gel berpirsê siyaseta derve yê bloka parzemînî Josep Borrell de, got: “Ev bûyereke dîrokî ye, cara yekê ye ku meclisa kar û barên derve li derveyî sînorên xwe li derveyî sînorên YE`yê û di nav `sînorên pêşerojê yên YE`yê de` dicivin.”

Borrell li ser hesabê xwe yê X`ê wiha nivisî: “Em civîneke dîrokî ya Wezîrên Karên Derve yên YE`yê li vir, endamê pêşerojê yê YE`yê Ukraynayê li dar dixin.”

Borrell wiha domand: “Em li vir in ji bo ku piştgiriya xwe ji gelê Ukraynayê re rave bikin.”