28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Danişîna cerdevanê tecawizkar taloqî 23’ê cotmehê hat kirin

Danişîna cerdevan Ramazan Babat ku li navçeya Qilebanê tecawizî zaroka bi navê S.G. a 16 salî kiribû hat dîtin. Danişîn taloqî 23’ê cotmehê hat kirin.

Li navçeya Qileban a Şirnexê, cerdevanê bi navê Remezan Babat di meha gulanê ya sala 2022’yan de tecawizî zaroka bi navê S.G. a 16 salî kiribû. Ji ber vê tecawizê doz li cerdevan Babat hatibû vekirin û hatibû girtin. 6’emîn danişîna Babat li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê hat dîtin. Babat ku girtî tê darizandin bi SEGBÎS’ê tev li danişînê bû. Parêzera Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatê û parêzerê bersûc di danişînê de amade bûn.

Di danişînê de şandeya dadgehê peyamên aydê Babat ku nû li dosyayê hatine zêdekirin pirsî. Babat peyamên xwe yên “Ez ê pereyan bidim lê dibe ku keçikê nedin, ji ber min keçik bi darê zorê revand dibe ku bi min re nezewice. Min pere nedabûya, heke wisa çênebûya ez da di girtîgehê de bim, ne diyar e ka dê keçik çi bike” qebûl nekirin. Babat, pereyên ku ji bo bi darê zorê bizewice dane malbata mexdûrê jî bi gotinên “min ji bo mesrefên dawetê dan” parastin.

Di danişînê de dozger jî mütalaaya xwe xwend û xwest ku kêmasiyên dosyayê bên temamkirin û girtina bersûc bidome. Her wiha parêzera Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatê ya li dijî mutalaayê parastin kir daxwaz kir ku girtina bersûc bidome.

Şandeya dadgehê, biryar da ku girtina bersûc bidome û danişînê taloqî 23’yê cotmehê kir.