spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şandeya jinan ji bo Akarsel bi NY’ê re civiya

Şandeyeke jinan a navneteweyî ya di bin pêşengiya TJK-E, Akademiya Jineolojiyê û Înîsiyatîfa Edalet ji bo Nagîhan Akarsel, bi NY’ê re hevdîtin kir û xwest ku sûcên dewleta tirk bên sekinandin

Nagîhan Akarsel salek beriya niha li ber mala xwe ya li Silêmaniyê hate qetilkirin. Di salvegera qetilkirina Akarsel de, nûnerên jin bi Raportara Taybet a Înfazên Kêfî yan jî bêyî Darizandin a NY’ê Gîhan Indragûptha re hevdîtin kirin. Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E), Akademiya Jineolojiyê û Înîsiyatîfa Edalet ji bo Nagîhan Akarsel bi raportara NY’ê re hevdîtin kirin. Şandeyê nameyek ku bi sedan aktîvîst, siyasetmedar, rojnamevan û nivîskaran îmze kirine, pêşkêş kir.

Hevseroka weqfa Danîelle Mîtterand û alîkara dîrektor Agnes Golfîer, aktîvîsta Navenda Jineolojiyê ya Brukselê Sarah Marcha, aktîvîstên Tevgera Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) Sûltan Şafak û Ozlem Ozturk di nava şandeyê de cih girtin. Şandeyê piştî hevdîtinê daxuyanî da û destnîşan kir ku salek li ser qetilkirina Nagîhan Akarselê derbas bû û heta niha hesab ji faîlan nehatiye pirsîn. Şandeyê diyar kir ku nameya ku li 51 welatan 312 kesan û saziyên jinan îmze kirine, radestî Raportara Taybet a Înfazên Kêfî yan jî bêyî Darizandin a NY’ê Gîhan Indragûptha kirine ku bide Antonîo Gûterres.

Name ji raya giştî re vekiriye

Di nameyê de hat xwestin ku berpirsên qetilkirina Nagîhan Akarsel û hemû cînayetên siyasî bên darizandin û mehkûmkirin. Nameya ku bi sedan îmze lê ne, wê ji Sekreterê Giştî yê NY’ê Antonîo Gûterres, Serokê Konseya Ewropayê Charles Mîchel û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa El Sûdanî re were şandin. Di nameyê de hat bibîrxistin ku beriya niha salekê di 4’ê cotmeha 2022’an de akademîsyen, nivîskara jin a kurd, rojnamevan û parêzvana mafên mirovan Nagîhan Akarsel di 4’ê cotmeha 2022’an de dema ku li mala xwe ya li Silêmaniyê derket, hat qetilkirin. Hat destnîşankirin ku tevî ku salek li ser cînayetê derbas bûye, kujerê Nagîhan Akarsel nehatiye darizandin û ji bo astengkirina cînayetên siyasî tedbîrên pêwîst ên siyasî û hiqûqî nehatine girtin.

Înîsiyatîfê diyar kir ku kujer dema reviye Hewlêrê hatiye girtin û kesek bi navê Îsmaîl Peker ê ji Tirkiyeyê ye. Înîsiyatîfê got: “Konsolosê Iraqê ya Dewleta Tirk Alî Riza Guney di daxuyaniya dabû çapemeniyê de, bi zimanekî dîplomatîk li xwe mikur hatibû ku kujer ji aliyê MÎT’ê ve hatibû wezîfedarkirin. Ne Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê ne jî rayedarên Iraqê ji bo mehkûmkirina kujer û hêzên li pişt wî û têkildarî ronîkirina vê cînayeta derhiqûqî ti hewldan nekirin.”

Ji her çar aliyên cîhanê ji her koma pîşeyê, 315 jinan ev name îmze kirine. Di nameyê de bang li NY û hemû saziyên eleqedar hat kirin ku bilez bikevin nava tevgerê.

Înîsiyatîfê daxwazên xwe wiha rêz kirin:

“*Divê berpirsên qetilkirina Nagîhan Akarsel û hemû cînayetên siyasî bên darizandin û mehkûmkirin.

*Qadên hewayî ya Iraq û Sûriyeyê ji balafirên şer û balafirên bê mirov ên dewleta Tirk re bên girtin.

*Divê zext li dewleta Tirk were kirin ku sûcên xwe yên şer rawestîne.

*Divê Erdogan û hikûmeta AKP’ê di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de ji ber sûcên xwe yên şer û sûcên ku li hemberî mirovahiyê, jinan û gelan kiriye, were darizandin.”

Wê name bidin gelek welatên NY’ê

Name wê ji xeynî Cenevreyê, were dayîna saziyên NY’ê yên li Beyrût, Qamişlo, Mexmûr û Strasboûrgê.

Her wiha 4’ê Cotmehê wê li Cenevreyê bi berpirsê Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (OHCHR)- Beşa Hevkariya Qada Operasyonan û Teknîkê û Beşa Rojhilata Navîn û Efrîqaya Bakur Gûrdîp Sangha re hevdîtin were kirin û heman name dê were radestkirin.

Hinek ji îmzevanan, ev in

Hevseroka Weqfa Danîele Mîtterand û alîkara dîrektor Agnes Golfîer, Dayika Plaza de Mayo Nora Cortînas, Rêxistina Rojnamevanên Sînoran Nas Nakin, Komeleya Jinên Şoreşger a Efxanistanê (RAWA), Şaredara Barselonayê Ada Colaû, Adrîana Gûzman Arroyo, parlamentera berê ya Swêdê Amîne Kakebaveh, ekonomîsta Avûstralyayî û civaknas Arîel Salleh, lîdera jinên herêmî ya Gûatemalayê û parêzvana mafên mirovan Aûro Lolîta Chavez Ixcaqûîc, akademîsyena nivîskar a Başûrê Kurdistanê Choman Herdî, wezîfedara fêrkirinê û pispora dîroka devkî Dr. Parwîn Noory Arîf, nivîskara Îngilîz û Seroka Southall Black Sisters Rahîla Gûpta, aktîvîsta femînîst a Arjantînî Claûdîa Corel, li ser navê Tifaqa Jinên Navneteweyî (IWA) Conî Ledesma, rojnamevana DYE’yî Debbîe Bookchîn, seroka Weqfa Pêşveçûnê ya Gandhî ya Efrîqaya Başûr Ela Gandhî, berdevka mafên herêmî ya Marîchûy a Meksîkayê Marîa de Jesûs Martînez, nivîskara Îranî, akademîsyen Prof. Shehrzad Mojab.