30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Reşîd êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Qadên Parastina Medyayê şermezar kir

Serokkomarê Iraqê Abdûllatîf Reşîd, êrîşên hewayî ku Tirkiyeyê şeva borî piştî êrîşa bombeyî ya li Wezareta Karên Hundir hatibû kirin pêk anîbû, şermezar kir.

Li Enqerê, duh êrîşeke bombeyî ji aliyê PKK’ê ve li Wezareta Karên Hundir hatibû kirin û 2 polîs birîndar bûbûn. Piştî vê êrîşê şeva borî Tirkiyeyê li dijî Qadên Parastina Medyayê êrîşeke mezin pêk anî. Di êrîşa hewayî de artêşa tirk bi balefirên şer herêmên Metîna, Qakûrk, Qendîl û Garayê hedef girt. Iraqê vê êrîşa Tirkiyeyê weke binpêkirina serweriya Iraq û Herêma Kurdistanê pênase kir û êrîşê şermezar kir.

Serokkomarê Iraqê Abdûllatîf Reşîd, der barê êrîşa Tirkiyeyê de destnîşan kir ku ew her cûre êrîşên li dijî welatê xwe red dikin û wiha got: “Ev binpêkirin ji aliyê gelên Iraq, Herêma Kurdistanê ve tên redkirin. Êrîş dibin sedema mirina sivîlan. Divê ku rêz ji serweriya Iraqê re bê girtin. Weke Îranê em dixwazin bi Tirkiyeyê re jî ji bo çareserkirina pirsgirêkan bigihîjin lihevkirinekê.”