spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

WHO: Gelek versiyonên Koronayê belavî cihanê dibin

Rêxistina Tenduristiya Cîhanê bi daxuyaniyek balkişand ser zêdebûna gelek versiyonên (guhertokên) Korona û ragihand ku bi taybet versiyona ‘BA.2.86’ her diçe belav dibe.

Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) ragihand ku versiyonek nû ya Korona ku mutasyon jiyan kiriye ya bi navê ‘BA.2.86’ her diçe belav dibe.

Rêxistinê ev versiyon wek ‘Versiyona di bin çavdêriyê de’ binav kir û hinek agahî parve kirin. Li gorî agahiyên ku nivîskî hatiye dayîn tevî ku ev versiyona Korona li gelek welatan belav dibe jî heta niha tenê çend mînak hatine tespît kirin.

Rêxistina WHO aşkere kir ku lêkolînên wan li ser ‘BA.2.86’ berdewam dike û ragihand ku virûsa Korona xwe wek gelek versiyonên nû zêde dike.

Li gorî agahiyên Rêxistina Tendurîstî ya Cîhanê 9’ê Tebaxa îsal li ser versiyona Erîs (EG.5.1)  agahî dabûn û gotîbû ev versiyona nu ya Korona ye ku divê di bin çavdêriyan de bê hiştin. Versiyona Korona ya Erîs heta niha belavî 51 welatan bûye. Hêjmara nexweşan heta niha kêm jî be tirsa wek şewb dûbare belavbûna dide mezin kirin.

Erîs bi giranî li Çîn, Dewletên Yêkbuyî yên Emerîka, Kore, Japonya, Kanada, Avustiralya, Sîngapûr, Îngilîstan, Fransa, Portekîz û Îspanya hatîbû tespît kirin.

Niha hem versiyona Korona Erîs, hem ‘BA.2.86’ bûye sedema tirs û fikarên mezin, lê tê gotin ku wek varîyanta destpêkê xeter nînin.