spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xizmên qurbaniya komkujiya Helebceyê merasîma bîranînê boykot kirin

Xizmên qurbaniyên komkujiya Helebceyê bêyî ku tev li merasîman bibin, şehîdên komkujiyê bibîr tînin û diyar dikin ku li şûna merasîman bila hikûmet birînên wan bipêçe û xizmetê ji bajêr re bike

Îro li Helebce ji aliyê hikûmeta Herêmê ve ji bo bîranîna komkujiya Helebceyê merasîmek hate lidarxistin. Lê hejmarek zêde ya welatiyan tev li merasîma hikûmetê nebûn, serdana goristana şehîdên Helebce kirin û  kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anîn.

Jinek xelkê Helebce ku nexwest navê xwe bêje, di dema serdana goristana şehîdên Helebceyê de axivî û got: “Merasîm ne ji bo me ye, bila ji bo me xizmetguzarî werin kirin. Bila li şûna van merasîman xizmeta ciwanên me were kirin û xizmet ji kesûkarên şehîdan re were kirin. Bila xizmetguzarî ji bajêr re were kirin.”

Dayika Helebceyî wiha gotinên xwe berdewam kir û got: “Ev merasîm bi salane tên lidarxistin û birînên me cardin vedikin, ti sûdek wan ji bo xelkê bajêr û kesûkarên şehîdan çênabe.”

Hêjayî bibîrxistinê ye roja 14’ê Adarê jî li bajêr xwepêşandanek hat lidarxistin. Welatiyan daxwaza xizmetguzariyan ji hikûmetê kirin, her wiha diyar kirin heta dawiya meha Remezanê ger hikûmet bersiva daxwazên wan nede ew ê dest bi xwepêşandanan bikin.

Di 16’ê Adara 1988’an de rejîma Baas bajarê Helebce bi balefiran kîmyabaran kir. Di encama kîmyabaranê de 5 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan û nêzî 10 hezar kes jî birîndar bûn.