26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xizmên windayan dîsa li qadê ne

Xizmên windayan û Şaxa ÎHD’ê ya Amedê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin, vê carê li derve daxuyanî dan û li derve dengê xwe bilind kirin. Di salên 1990’an de JÎTEM’ê bi hezaran mirov revandin, windakirin, kuştin û careke din agahî ji wan nehatin girtin.

Xizmên windayan ên Amedê ji bo winda bên dîtin cara ewilî di 12’ê îlona 2008’an de li pêş Bîrdariya Mafê Jînê ya Parka Koşûyolûyê kom bûn û daxuyanî dabûn.  Lê piştî darbeya 15’ê tîrmeha 2016’an wezareta karên hundir hemû çalakiyên li derve qedexe kir. Piştî  Rewşa Awarte (OHAL) ya 20’ê tîrmeha 2016’an çalakiyên wan qedexe kirin.  Xizmên windayan nêzî salekê li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê daxuyanî dan. Piştî  di 20’ê Tîrmeha 2018’an de OHAL bi dawî bû, xizmên windayan 100 hefte şûnde dîsa li pêş Bîrdariya Mafê Jînê çalakiya xwe ya rûniştinê domandin. Lê dîsa Walitiya Amedê bi hinceta “ewlehiyê” di 1’ê îlona 2018’an de çalakiya Xizmên Windayan a li pêş biryardariyê qedexe kir.  Di hefteya 499’emîn de polîsan hem Parka Koşûyolûyê hem jî Bîryardariya Mafê Jînê dorpêç kirin û ji ketin û derketinê re qedexe kirin.

Xizmên Windayan piştî astengkirinê 54 hefteyan çalakiya xwe birin pêş avahiya komeleyê. Xizmên Windayan ên çalakiya xwe li vir domandin, ji ber vîrûsa koronayê ji 13’ê adara 2020’an ve her hefte bi awayekî online çalakiya xwe domandin.

Xizmên windayan di hefteya  656’emîn de dîsa li pêş Bîrdariya Mafê Jînê ya Parka Koşûyolûyê kom bûn û daxuyanî dan.  Xizmên windayan dîsa wêneyên windayan danîn û daxuyanî dan.

Cîgira Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Ezgî Sila Demîr, diyar kir ku Mehmet Sîncar ê endamê ÎHD’ê bû li dijî cînayetên kiryarên nediyar, JÎTEM û Hîzbûlahê, komkujî û êrîşên cerdevanan bi awayekî çalak xebat bi rê ve dibir. Sîncar di 4’ê îlona 1993’an de li Kolana Elma bi êrîşa çekdarî qetil kirin. Di ser qetilkirinê re 28 sal borîn. Weke doza Sîncar, dozên salên 1990’î jî bi xetereya demboriyê re rûbirû ne.”

Xizmên Windayan piştî axaftinan, demekê rûniştin û belav bûn.

Lİ Êlihê jî Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD’ê çalakiya xwe di hefteya 492’yemîn de li avahiya komeleyê li dar xistin. Xizmên Windayan tev li çalakiyê bûn û wêneyên kesên hatin windakirin hilgirtin. Rêveberê ÎHD’ê Ahmet Şiray xwest ku faîlên Parlementerê DEP’ê Mehmet Sîncar û rêveberê partiyê Metîn Ozdemîr ên di 4’ê îlona 1993’an de li Kolana Elma bi êrîşa çekdarî hatibûn qetilkirin, bên darizandin.