4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xorasan û Kurdên li Xorasanê

Li ser erdnîgariya Xorasan îro kurd li bajarên mîna; Meşhed, Kelat, Çinaran, Radkan, Deregez, Oxaz, Şîrvan, Faroj, Esferayen, Xabûşan/Koçan, Sebziwar, Bojnûrd, Semalqan/Aşxane û hwd de dijîn.

Dema hinek salmezinên ji kurdên Anatoliya navîn an yên ji Semsûr, Meletî, Dêrsîmê hwd digotin: ”Em ji Xorasanê hatin” me wiha fêhm dikir ku ew qala Xorasan a giredayî Erzirûmê dikin ya jî ew di bin bandora nijatperestên tirk de mane. Lewra bi me wiha dabûn misoger kirin ku Xorasan welatê tirkan e û tirk ji wir hatine.

Di roja me ya îro de jî beşekî kurdan wiha dizanin ku kesên ji wir hatinî tirkin. Ew propaganda û agahiyên şaş piranî li ser kurdên me Dêrsîm û qizilbaş-elewiyan bandoreka mezin kiriyê. Lê rastî bereqsê ve yekê ye û Xorasan warê kurdan e. Di ve nivîsê de, ez ê tenê qala Xorasan û kurdên niha li wir dijîn; di nivîsên pêş de jî di pêvajoyê dîrokê de kurd li Xorasanê bikim.

Peyva `xorasan` bi xwe kurdî ye; di zarê kurmanciya jerîn (Soranî) de `xor` di wata roj ê de ye. Wek mînak dibêjin: `xorhelat, xorava` û `san` jî tarîfa cih e. Zimanzanê ve yekê baştir şîrovê bikin lê dîsa jî dixwazim bibêjim ku di kurdî de Xorasan tê wata cihê rojê. Lêkolîneka ji bo çi ew nav lê kirine min nekiriyê lê bi dîtina min sedema ve yekê yek; piraniya çavkaniyan dibêjin ku Zerdûşt pêxember li wir jiyayê û bi baweriyê wî re giredayî ye. Ya din jî, germa wir e. Di sala 2001’î de dema li wir bûm, bîngaveke, nêzikî warê Zerdûşt, li ser kaniya Miradan xelmaş bibûm. Dema hişyar bûm min dît ku rû, poz, keçelê min û destên min hemû şevitinê.

Weke erdnîgarî, ji bakûr û rojhilatê Îranê re Xorasan tê gotin lê berê Afganîstan û gelek cihên din jî dikirin nava xwe û pir firehtir bû. Îro ji cihê di navbera; li bakûr Turkmenîstan, li rojhilat Afganîstan, li rojava Derya Kesk û li başûr jî Deştî Kevir re tê gotin. Herêmeke hişk, ziwa, bêav û bêdara ku nêzikî du milyonan kurd lê dijîn e. Dema ez li wir digerim, wekheviya cografya û mirovên wir bi yên Anatoliyê ve pir caran ez şaşmayî hiştibûm; bi her awayî weke sêvaka hatinî parçê kirin bûn.

Di sîstema îdariya Îranê de herêm weke eyalet hatiyê parve kirin û Xorasan jî kirinê se parçan (2004). ‘Xorasani Cunub’ başûrê herême; paytext Bircen e û beşeke sinorê Afganistan jî dixê nava xwe. ‘Xorasani Rezawî’ bi Turkmenistan re sinore; Meşhed û derdorên wir in û nêzikî 6 mîlyonan nifûsa xwê heye. ‘Xorasanî Şimal’ jî bi alî Turkmenistan û Mazendaran re sinor e, milyonek nifûs û bajarê kurdan Bojnûr e dixe nava xwe. Li nava Turkmenîstanê, herêma bi Xorasanê re sinor de jî gundên kurdan hene. Li rojavayê ve herêmê jî mirov dikarê biçê alî Sari, Nika yan Mazenderanê û ji wir jî herê Gîlan, Qezvîn, Xelxalê jî kurd bi awayekî komî hene.

Li ser erdnîgariya Xorasan îro kurd li bajarên mîna; Meşhed, Kelat, Çinaran, Radkan, Deregez, Oxaz, Şîrvan, Faroj, Esferayen, Xabûşan/Koçan, Sebziwar, Bojnûrd, Semalqan/Aşxane û hwd de dijîn. Kurdên li wir ji 120 êlan e ku yên serekê ewin: Şadî, Kawî, Topan, Rutan, Reşî, Redkî, Emar, Hevêdî, Milan, Zerikî, Şêxkan, Qereman, Qerçorî, Badilî, Avşar, Hemzikî, Canbeg, Pehlîvan, Îzol, Xelikan, Torusan, Şerkan, Kîkan, Sêvikan, Zaxûran, Bîçeran, Siyahmansûr û gelekên din in. Ji bo ku piraniya wan ji dora Çemîşgezekê çûnê li destpêkê navê Çemîşgezekî li wan dihatiyê kirin. Lê di salên 1760 an de wek Zaferanlû hatiyê guhartin. Dibê ku sedêma ve yekê bi wan a bide jibîrkirin ku ji ku hatine, bû. Gelo ew kîngê û ji ku çibûn Xorasanê?

Wekî hatî ziman, di serdemên kevn de jî kurd li Xorasan a mezin hebûn; ji wir, herî dawî bi êrîşên moxolan re (1220) ew hatin Anatoliyê û mîrîtiyên mîna Candarî, Germiyanî, Qeremanî, Dul/Sorqadirî, Remezanî, Beranî û hwd damezirandibûn! Piştre, osmaniyan yek bi yek dawî li wan miritiyana anî û bermahiyên wan beşek ketê bin desthilatdariya osmaniyan û beşekî jî dewleta safewî dameziradin. Wiha tê zanîn ku dewleta safewî ji alî farisan ve hatiyê damezirandin lê esas damezirenêren wê kurd in.

Damêzirenêr pîroz Şêx Safî el-Dîn (1334-1392) an Kûm Zêrîn, kurdekî ji Şengalê ye. Pîştî mirina wî, neviyên wî ye terîqatê vegûhezînin dewleta safewî. Zend û êlên kurdê ku desthilatdariya osmaniyan û misilmantî nepêjirandî jî, bi taybetî zendên mîna qeremanî û sor/dulqadiriyan piştgiriyeke mezin dane û ew dewlet derxistin ser rûyê dîrokê. Kesê ku Şah Îsmaîl ji ber Hesenê Dirêj revand Gîlanê, parast, kir şah jî mîrekî kurdî bi navê Pîr Abdalê ji sorqadiran bû. Dema dewleta qeremaniyan ji alî osmaniyan ve hatê lewaz kirin (1487 an de ji holê rabû) êdî kurd ji salên 1459’an bigire kom bi kom çûn Aran û Gîlanê û wê hêze dewleteke nû derxist holê. Qeremanî îro jî li Xorasanê bi Kurmancî deng dikin û piranî koçber dijîn. Bi vî awayî hêza kurda yê ji Anatoliyê û bakûrê Kurdistanê, di sala 1500 an de, bi hatina Şah Îsmaîl ya zozana Saru ya Erzînganê re gotin `mehdî hatiyê` çûn li dora wî kom bûn. Di dema Şah Îsmaîl de beşek ji qeremaniyan/Canbegan li Aranê, di bin fermandariya mîrê êlê Biram de Xorasan girt bi şunde, bû waliyê eyaleta ku Belh, Murxab û Garcîstan jî di nav de. Biram di sala 1512’an de di şerê ozbekan de mir. Milekî êlên Şêx Hesenan an Melkişiyên li Çemişgezekê yên bi navê Kevan/Kewan/Keyvanlû, di sala 1502’yan de, di serokatiya Pîr Rûstem de, bi hêzeke mezin çûn Azerbeycanê û tev li Şah bûn. Ew li wir ketin alaya hêza parastina wî û di serdêma Şah Ebas de li Xorasanê bi cih bûn. Şah di sala 1553’yan de jî komek kurd bo sinorên Xorasanê biparêzin bir wir. Herî dawî jî bi Peymana Stenbolê ya di sala 1590’an de 45 hezar malbat birin Weramîn (taxa Azerbeycanê li Tahranê). Ew jî piştî çend salan şandin Xorasanê. Di sala 1598 an de êlên elewiyên weke Çemîşgezekî yê bi navê Çepnî di bin serokatiya Pîr Elî de, bi Şah Ebas re beşdarî şerê Afganîstanê kirin.

Heger kurdan şah û Xorasan neparastana îro Îran jî nexşa herêmê jî bi vî rengî nedibû. Hinek çavkanî dibêjin dema ew çûn wir se milyon bûn lê îro du milyon in, ez bi sê milyonan bawer dikim lewra di şerên ji bo tîxûban biparêzin de bi sedhezaran kurd mirine. Di wan salan de ozbek û afganan êrîşên mezin tanîn ser herêmê. Xanê ozbek Ebdul Mu-mîn êrîşeke mezin tînê ser Xorasanê lê Şah Ebas ji tirsan nikarî herê herême. Ozbek, Meşhedê dorpêç dikin, îznê didin ku têne kesek je sax derkeve û yên din hemûyan dikujin. Ji bo we şaîrekî gotiyê ”Heger axa Meşhedê bê guvaştin xwîn wê heta Kerbalayê biherike.” Lê piştî çend salan serokê zenda Çemîşgezek Şah Elî Xan tere ser ozbekan, serokê wan dikuje û wan a wisa dişkenê ku carekê din culet nekin êrîş bikin. Ew roj ev roj e ku kurd li wir nîştecih in.

Mirov dikarê bibêje ku kurd piştî salên 1460’an de dîsa vegerîn Xorasanê û ji bo wê axê bi sedhezaran neferen xwe kirin qûrbanî. Lê herî dawî di sala 2019’an dema çûm wir, min dît ku kurdên qeremaniyên ew dewlet damezirandî; hîna koçber, xizan, bê çarê, bê sewad, li çola hişk de bêav dijîn û avê bi pera ji dewletê dikirin.