3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dîtin û (lê)nêrîn

Dîtin û (lê)n(ih)êrîn; nêrîn, du lêker in. Di navbera wan de têkiliyeke weke lêkerên bûn û kirine heye. ‘Bûn’ bi otodînamîzmê yanî jixweber dibû lê lêkera ‘kirin’ê ji aliyê dînamîzmeke jiderve ve derdiket meydanê.

Gelo we vî sernavî nihêrî got, ev çi ye lo me nexapîne û hûn ê dev jê berdin nexwînin? Eger wisa be hûn ê derfetê lênêrînê ji destên xwe bikin; gotin ji min. Tîka heye heta dawiyê vê nivîsê bixwînin. Ez bawer dikim ku hûn ê aliyekî rastiya ji aliyê nêrînê ve destê xwe bikin. Bi çavekî piçûk li van her du lêkerên masûm nenihêrin, binê wan dagirtî ye, mantiq û felsefeyek tê de veşartî ye ku eger hûn bikaribin lê binêrin. Belê mijara me tam jî ev e; ku hûn bikaribin lê binerin!..

Dîtin û (lê)n(ih)êrîn; nêrîn, du lêker in. Di navbera wan de têkiliyeke weke lêkerên bûn û kirine heye. ‘Bûn’ bi otodînamîzmê yanî jixweber dibû lê lêkera ‘kirin’ê ji aliyê dînamîzmeke jiderve ve derdiket meydanê. Min ev mijar di 30’ê hezîranê hejmara 128’an a rojnameya Xwebûnê de pêşkêşî xwîneran kiribû.

Dîtin weke ‘bûn’ kiryareke jixweber e. Mirov bixwaze jî nexwaze jî dibîne bes tenê çavên mirov girtî nebin. Çi ber çavên mirov bikeve mirov dibîne. Ji ber vê jî dîtin çalakiya çavan e. Nêrîn, lênêrîn, lênihêrîn kiryareke nejixweber e, motora nêrînê zanîn e, arastekirina hiş û mêjî ye, belkî hest e, evin e û hwd ango tiştek an jî hewcedariyek ji nav mirov, mirov diniçine û araste dike. Ji ber vê jî nêrîn çalakiya mêjî ye, hiş e, dil e. Nêrîn di encama daxwazê de derdikeve. Kesek nexwaze tiştekî binêre dikare nenêre. Lê kesek nexwaze jî dibîne. Dîtin an nedîtin di bin kontrola mirovan de nîn e. Lê nêrîn di bin kontrola mirovan de ye, mirov bixwaze dinêre. Ji ber vê jî çavên dîtinê û çavên nêrînê ne yek in. Dibe ku çavên dîtinê kor bin lê çavên nêrînê her tim zanînê diteyisînin.

Ji ber ku nêrîn karê hiş û mêjî ye, di nêrînê de mantiq heye, analiz heye, nirxandin heye, dawiya dawî felsefe heye.

Em dikarin bêjin di dîtin û nêrîna heywana de jî heman rewş heye. Dîtin jixweber e lê nêrîn ji hiş û mêjî zêdetir çalaki û karê ajoyan e. Ajo dîrektîfê didin çav lê dinerin. Weke mînak; xetere, birçîbûn, revîn, tîbûn û hwd ajoyan arasteyî madeya ku hewceyî pê heye, dike.

Mirov têgihiştina di navbera dîtin û nêrînê de dikare wiha bide fêmkirin. Em du mirovan bigirin dest. Her du jî mirovekî kincên wî qelişî dibînin. Heman tiştî dinêrin lê di navevbera vegotinên her duyan de ferq heye. Yê ku bi çavên dîtinê ve lê dinêrê tenê kincên qelişî dibîne. Lê yê ku çavên nêrînê lê dinêre di şexsê kincqelişî de xizanekî/ê, rebenekî/ê dibîne. Di rewşa yê pêşîn de tenê dîtbarî heye lê di yê duduyan de analiz, nirxandin û lêpirsîn heye. Yê ku tenê bi çavan dibîne pirsa çi, çima nake, mêjiyê wî/wê di vê kûrayê de nîn e. Lê yê din bi çavê mêjî, hiş û analîzê ve lê dinêre, jixweber di serê wî/wê de pirsên çi, çima çêdibin û bersivên van pirsan dibe encamê û digihîje analîzeke wiha; ev kes xizan e. Dibe ku ne xizan be lê anazlîzek heye, fikrek di hiş de çêbûye îhtimala rastiya wê zêde ye. Bi vê rêbazê em dikevine nav mantiq û felsefeyê.  Mantiq qinaetkirina vê agahiyê ye. Jixwe bi zimanekî hêsan felsefe dayîn û şîrovekirina bersivên pirsen çi, çima ye. Ango em dibînin ku di nêrînê de ji bilî analîzê felsefe û mantiq jî heye.

Yên xwedî desthilatdarî ne, bi hezaran salan berê ev rastî keşif kirine lê weke tilsimekê li cem xwe veşartî hiştine, nexwestine yên ku di bin destên wan de ne; jin, kole, serf, gundî, karker, kedkar û êd bi vê ‘tilsimê’ şiyar bin û bi çavên mêjî li dinyayê, qewmînan û derdora xwe binêrin. Eger wisa nebûya ew qas zext û zor bi kar nedianîn û nikaribûn bi rihetî desthilatdariya xwe bidomînin. Kesên ku bi çavên nêrînê dîtine bi giranî ketine bin xizmeta dewletan û serdestan. Ên ku bi çavên nêrînê dîtine lê tam neketine bin xizmeta serdestan jî weke Dîojen bûne eware û xwe nîvdîntiyê danîne.  (Ango serdestan demeke pir dirêj nêrîn jî kirine bin hukmê xwe lê ligel vê nêrîn weke tazyîqekê di cihê xwe de nesekiniye û di dîrokê de riya dîtina bihiş vekiriye. Bi gotineke din nêrînê riya nêrînê vekiriye û xurt kiriye.)

Ji ber vê ye ku nêrîn her tim ji bo serdestan bûye xetere, ew an xayîn an jî dijmin îlan kirine.

Me bi çavan zelal û şênber ev heqîqet di bîst salên dawîyê de dîtin. Berê serdestiya Erdogan paşê jî ya Erdogan-Bahçelî-Soylû ev rastî nîşanî civakê da û bi çavên civakê re kir. Gotin, em ê nifşa oldar bigihînin. Pergala perwerdeyê guherandin. Bi rastî serdanpê feraset, nêrîn, nêzikatî û asoya civakê guherandin. Dixwestin ku çi bikin, çi bêjin, çawa bêjin kes dengê xwe dernexe, bêdengî bibe qaîde, bertek werin kuştin ku pergala ew dixwazin dirûv bidinê abad bibe yanî tenê binêrin, lê nebînin. Ji aliyekî ve bi zext, zor, girtin, îşkence, kuştin civak bê bertek kirin, ji aliyê din ve bi riya perwerdeya rêkûpêk, cemaet, qursên qûranan, mal bi mal civînên jinên ‘abla’ ketine mêjiyê mirovan û bi piştgiriya pere û derfetên madî ev pergal ser û ber kirin. Di rastiyê de ev nizama emewiyên tirk bû, 1400 şûnde li Tirkiyeyê bi diqlê desthildariya Erdogan dirûv girtibû.

Bi rastî jî nifşeke bişeklî oldar derxistin holê. Niha carinan weke trol, carinan weke magandayên nav sûkan berdane nav civakê û pêşî lê vekirine. Êdî muxalefeteke birêxistinkirî û darîçav nîn e; tirsa girtin, îşkence û niheqiyên cur bi cur rojane tên sepandin. Tenê riyeke xweîfadekirinê maye, ew jî carinan hevpeyvînên lisûkan tên kirin. Hê mikrofonê dirêjî kesekî nakin ku dîtinên xwe bînin ziman bi dehan ‘nifşên oldar’ ên trol û magandayên wan li dor mirovên ku diaxifin radipêçin, zext û zorê lê dikin. Nahêlin mirov biaxifin, wan kesan xayîn û nehezkiriyên welat îlan dikin. Bi çend qurişan û perwerdeya emewîst mêjiyên wan û hişên wan cemidandine, tenê dibînin, nikarin lê binêrin. Ger lê binerin jî tenê dibînin çimkî mêjî ne karîger e. Ruşwetê, tecawizê, nelirêtiyê, gendeliyê, fihûşê, rizîn û pûçbûnê nabînin.

Tiştên ku emewiyan nikaribûye pêk bînin, wan kiriye, bi ser ketine; qet nebe nêzî nîvê civakê tenê mehkûmî dîtinê kirine û ew girse pir çalak e. Helbet ez behsa yên ku bi zanîn nabînin û destên wan bi şûr û çek in nakim; ew kûtxwer û xwînxwerên milîtan in. Ew mihafizên wan in. Ez behsa kesên ku dewsa alternatîfa xilasiya civakê, şikur û duyayê pêşniyar dikin, dikim.

Ji ber vê ye ku bala wan li ser propogandaya ku Erdogan pifî guhê wan dike, ye. Kuştinan, îşkence, girtin, şerê belasebeb li nav welatên cîran ên ser sînorên xwe sor kirine, bikaranîna çekên kîmyayî, xizanî, jiyana aborî û pirsgirêkên din ên welatê xwe nanêrin û nabînin.

Bi mînakên gelek hêsan min xwest ferqa dîtin û nêrînê raxim ber çavên we. Yanî gotina min ev e, dîtin ku nêrîn hebe watedar e. Dîtina bê nêrîn tenê nêzî jiyana biyolojîk e. Berpirsiyariya civakbûnê, hawirê, jiyana binirx, maf, azadî, hişmendiya dîrokî, çandî, zimanî, kurt û kurmancî neteweyî tê de nîn e.

Ji bo jiyaneke watedar divê em tenê nebînin a hewce ye divê em binêrin. Dîtina binêrîn fanos e lê nêrîna bêdîtin tenê bar e, li pişta mirovên xwedî nêrîna bêdîtin kirine, barê xwe pê didin kişandin.