8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kurdên li Brîtanyayê alîkarî ji xelkê Şehbayê re şandin

Kurdên li Brîtanyayê dijîn, alîkarî ji malbatên hewcedar ên li kamp û malên nîvwêranbûyî yên li Şehbayê re şandin. Ev alîkarî ku ji pereyan pêk tê, bi rêya Heyva Sor a Kurd û Desteya Kar û Barên Civakî ya Herêma Efrînê tên belavkirin.

Li gorî Heyva Sor a Kurd, pereyên hatine şandin dê li zêdetirî hezar û 400 malbatên li kampan û malên zirardîtî werin belavkirin, her malbatek dê 200 hezar lîreyên Sûriyeyê wergire.

Alîkarî li şêniyên li Kampa Berxwedan, navçeya Fafînê hatin belavkirin. Tê payîn ku dê li niştecihên li kampên Serdem, Efrîn, Şeba û Vegerê, gundên Şehba û navçeyên Şera û Şêrawayê werin belavkirin.