2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xurekên ku dema wan derbas bûne hatin îmhakirin

Li navçeya Rezan a Amedê xurekên ku dema wan derbas bûne ji aliyê zabiteyên şaredariyê ve hatin îmhakirin

DEM Partî ku bi slogana em ê hemû şaredariyên xwe dîsa vegerînin û wan bikin şaredariyên gel ketibû hilbijartinên 31’ê adarê û gel bi vîn û xwedîderketina xwe şaredariyên xwe ji destê qeyûman derxistin. Şarerdariyê gel ji bo kar û xebatê zend û bendên xwe badane û bi gelê xwe re van şaredariyan birêve dibin.

Yek ji şaredariyên ku herî zêde bêrêtî û dizî lê hatibû kirin jî şaredariya Rezan bû. Şaredariya Rezan jî di van hilbijartinan de bi rêjeya ji sedî 71,8 hat bidestxistin û ket destê DEM Partiyê.

Zabitayên Şaredariya Rezanê di hefteya destpêkê ya mesaiya xwe de li marketên li ser cadeya Heskîfê geriyan. Zabitayan di kontrolkirina van marketan de gelek xurekên ku dema wan derbas bûye desteser kirin.

Xurekên ku dema wan derbas bûye ji aliyê zabitayan ve hatin îmha kirin. Hevşaredara Rezan Leyla Ayaz der barê vê xebatê de ev agahî dan rojnameya me û wiha got: Êdî dê kontrolkirina xurekan û tiştên ku zirarê digihînin tenduristiya mirovan bi şeklekî rotîn berdewam bikin. Heta ji destê me were em ê nehêlin kesek li ser hesabê tenduristiya xelkê vê bajarî kar bike.” Ayaz di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ne tenê ji vî alî de em ê di her warî de hewl bidin ku bi rengekî herî baş xizmeta gelê xwe bikin û layiqî baweriya gelê xwe bin.”