spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Hezex û Wêranşarê cejna Çarşema Serê Nîsanê hat pîrozkirin

Êzidiyên li Wêranşarê dijîn, cara ewil bi awayekî girseyî Cejna Çarşema Sor pîroz kirin û cara pêşî li vî bajarî bi rengekî, girseyî şahî û cejna çarşema Sor bi stran û govendê hate lidarxistin

Êzidiyên li gundê Birç yê girêdayî navçeya Wêranşar a Rihayê dijîn, cara ewil bi awayekî girseyî Cejna Çarşema Sor pîroz kirin. Ji bilî gelek êzidiyan ji gelek baweriyên din jî gelek kes tev li pîrozbahiya li ber Mala Çandê hate kirin bûn. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Salîha Aydenîz, Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û Devrîm Demîr, Hevşaredarên Wêranşarê Bedriye Yorgûn û Serhat Dîcle Înan jî tev li pîrozbahiyê bûn û cejna êzidiyan pîroz kir.

Di pîrozbahiyê de hin cure îkram pêşkeşî mevanan hatin kirin. Jin û zarok bi cilên xwe yên herêmî tev li pîrozbahiyan bûn. Yaşar Bûrç ê di pîrozbahiyê de axivî, anî ziman ku ji ber cara ewil li Wêranşarê pîrozbahiyeke girseyî dikin keyfxweş in. Yek ji pîrê êzidiyan Şukru Sumer, têkildarî Çarşema Sor û baweriya êzidiyan agahî parve kirin û cejna herkesê pîroz kir.

Hevşaredara Bajarê Mezin ê Mêrdînê Devrîm Demîr, anî ziman ku êzidiyan li dijî 74 fermanan li ber xwe dan û cejnên xwe pîroz kirin. Hevşaredar Ahmet Turk jî bal kişand ser komkujiyên ku êzidî pê re rûbirû man û got: “Gelê êzidî gelekî qedîm e. Her tim xwedî li çand û baweriya xwe derketin.”

Li Hezexê jî hate pîrozkirin 

Êzidiyan li gundê Kiwex ê girêdayî navçeya Hezex a Şirnexê, Cejna Çarşema Sor pîroz kirin. Ji bilî Hezexê ji navçeya Midyad a Mêrdînê û Ewropayê jî gelek êzîdî tev li pîrozbahiyê bûn. Êzidî di saetên serê sibê de li goristana gund kom bûn. Pişt re ji bo mevanên xwe hêkên rengîn û hin xwarin amadekirin.
Di pîrozbahiyê de hêk li hev dan û benên rengîn ku weke pîroz tên qebûlkirin bi zenda welatiyan ve kirin. Her wiha li qada ku darên maziyê lê bûn seyran hate kirin.