7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Xurtkirina Ewlehiyê’ ne tenê li dijî DAIŞ’ê ye

Ragihandina HSD'ê destnîşan kir ku operasyon li ser pêşinyar û daxwaza eşîr û rûspiyên herêmê pêk hatiye û armanc dike ku dawî li şaneyên veşarî yên çeteyên DAIŞ’ê bînin

Beriya çend rojan êvara 27’ê tebaxê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku li dijî DAIŞ’ê li Dêrazorê dest bi “Operasyona Xurtkirina Ewlehiyê” kirine.

Li gorî daxuyaniyê ev operasyon li ser pêşinyar û daxwaza eşîr û rûspiyên herêmê pêk hatiye da ku dawî li şaneyên veşarî yên çeteyên DAIŞ’ê bînin. Dîsa li gorî daxuyaniyên Hêzên Sûriyeya Demokratîk dê ev operasyon heta dawî li wan şaneyan were berdewam bike û di çend rojên pêşî yên operasyonê de çend çete hatin girtin û çendek jî hatin kuştin.

Ji bilî şaneyên veşarî ên DAIŞ’ê hin komên çekdar ên keysparêz jî mijûlbûna HSD’ê bi êrîşên dewleta tirk ji xwe re bikar tînin û dixwazin ewlehiya herêmê têk bibin.

Ev operasyon wekî berfirehkirina operasyonên berê yên li herêma Cizîr û Reqayê ye. Operasyon ji bo têkbirina şaneyên DAIŞ’ê û pêşîlêgirtina li operasyonên wan ên muhtemel her wiha şopandina sûcdarên ku neheqî li xelkên sivîl kirine, pêk tê.

Balkêş bû ku di vê operasyonê de Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Ehmed El Xebîl û çend fermandarên din ên vê meclisê jî hatin girtin û ji erka fermandariyê hatin avêtin.

Ehmed El Xebîl qaşo fermandarê Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê bû ku di bin banê Hêzên Sûriyeya Demokratîk de têdikoşiya. Lê Ehmed El Xebîl û hin kesên ku li derdora xwe civandibûn gelek sûc û zêdegavî kiribûn, bi aliyên derve yên dijberî şoreşê re hevkarî dikirin.   Ehmed El Xebîl li dijî şêniyan sûc kirin, bazirganiya hişbirê dikir, her wiha rewşa ewlehiyê xirab bi rê ve dibir, di zêdebûna tevgerên şaneyên DAIŞ`ê de rol dilîst û erka xwe ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî û malbatî bi kar dianî.

Ji ber van sûcên ku hatine kirin Ehmed El Xebîl û 4 kesên din ji rêveberiya Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê hatin dûrxistin û erkên wan ji destê wan hate girtin.

Lewre jî ev kesayetên wiha li dijî şêweyê têkoşînê û rêziknameya Hêzên Sûriyeya Demokratîk tevdigerin ji çeteyên DAIŞ’ê jî xeteretir in. Ji ber ku ew dizên ji malê ne û bi her tiştê di nava malê de jî dizanin.

Ev kesayetên wiha ku sûdê ji erkdarkirina xwe dikin û dixin xizmeta berjewendiyên xwe yên şexsî û malbatî zirareke mezin didin HSD û Rêveberiya Xweser. Ji ber hemû kiryarên wan ên qirêj li ser vê rêveberiyê tên hesibandin.

Her wiha ji ber vê yekê bû ku rûspî û eşîrên Dêrazorê ji Fermandariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk xwest ku operasyonekê li dijî şaneyên DAIŞ’ê û ew kesayetên gemar ên wekî Ehmed El Xebîl û bazirganên madeyên hişbir bikin.

Ji bo em bêtir aşkera û zelal bin ev operasyon li dijî  hêz û planeke ku destê gelek aliyên herêmî û dewletan tê de hebû hate destpêkirin.

Di serî de Tirkiye, Îran û rejîm dixwazin di vê pêvajoya nû ya rewşa Sûriyeyê de Rêveberiya Xweser (kurdan) bêhêz û bêbandor bikin. Wan dewletan û hin derdorên din dixwestin hêzekê ji eşîrên ereb, bermayên DAIŞ’ê û derdorên ku ji hebûna hêza kurdan acizin li hev bicivînin û di bin navê şerê kurd û ereban de HSD û Rêveberiya Xweser qels û lewaz bikin.

Dema ku ev plan dihate amadekirin û beriya ku dest bi pratîkê bike HSD ew plan têk bir û hinek fermandar û aktorên vê planê girtin û bêbandor kirin.

Wiha xuyaye ku dê ev “Operasyona Xurtkirina Ewlehiyê” demeke din jî dirêj bike û ne tenê şaneyên veşarî ên DAIŞ’ê her wiha hemû hevkarên wan jî werin girtin û herêmê ji wan were paqijkirin.

Ji aliyekî din ve dewleta tirk û komên çekdar ên girêdayî wê di van rojên dawî de û bi destpêkirina vê operasyonê re êrîşên xwe yên li ser deverên sînorî zêdetir kirine da ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi van êrîşan mijûl bike û astengiyan ji wan re peyda bike. Lê wekî di daxuyaniya HSD’ê de jî hate destnîşankirin, xuyaye ku dê ev operasyon heta dawî li dijî bazirganên madeyên hişbir, şaneyên DAIŞ’ê û hevkarên wan ên veşartî berdewam bike.