13 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Rêber Ocalan mîmarê azadiyê ye’

Çalakiya rûniştinê ya li ber avahiya NY’ê ya li Cenevreyê didome. Çalakgeran diyar kirin ku Abdullah Ocalan mîmarê aştî û azadiyê ye

Çalakiya rûniştinê ya li ber avahiya NY’ê ya li Cenevreyê didome. Çalakgeran diyar kirin ku Abdullah Ocalan mîmarê aştî û azadiyê ye û divê demildest azadiya wî ya fîzîkî bê misogerkirin.

Çalakiya rûniştinê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku ji 25’ê çileya 2021’ê û vir ve her roja çarşemê li pêşiya Ofîsa Netewên Yekbûyî (NY) ya li Cenevre ya Swîsreyê tê lidarxistin. Vê hefteyê jî berdewam kir. Di çalakiyê de ji bo bîranîna şervana YPJ’ê Roşna Egîd ku di encama êrîşa hewayî ya 2’yê îlonê de jiyana xwe ji dest dabû. deqeyek rêz hate girtin.

Piştre li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk  (CDK) Kasim Erîk mafê axaftinê girt. Kasim Erîk diyar kir ku dewleta tirk û çeteyên wê li Kurdistanê polîtîkayê şerê qirêj didomînin û wiha got: “Li dijî hewldana dewleta tirk ku dixwaze gelê kurd bêyî Rêbertî, bêyî îrade û têkoşînê bihêle, em soz didin ku têkoşîna xwe heta azadiya Ocalan bidomînin. Hevserokê Konseya Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê Mehmet Latîf Çelebî jî destnîşan kir ku bi salane agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin û hêzên ku rol di komploya navnetewî de leyîstin berpirsiyên yekem yên tecrîda Îmraliyê ne û got: “Îro di bingeha êrîşên dewleta tirk ên bi ser rojava, başûr û bakur tecrîda Îmraliyê heye. Rêber Apo mîmarê aştî û azadiyê ye. Divê demildest azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were.”

Piştî axaftina Çelebî ji bo Festîvala Çanda Kurd ya Navnetewî ku wê 9 ‘ê Îlonê li bajarê Frankfurt yê Elmanyayê bê lidarxistin, banga tevlîbûnê hat kirin.