28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

MED-DER’ê bi şahiyekê belge da zarokan

Kargeha MED-DER’ê piştî perwerdeyê şahiyek pêk anî û belge da zarokan. Rêvebera MED-DER’ê Dîlan Guvenç anî ziman ku polîtîkayên bişaftinê wekî sûc dibînin û got: “Zimanê dayikê mafekî bingehîn e.”

Komeleya Lêkolîn û Çandên Ziman a Mezopotamayayê (MED-DER), bi boneya belgedayîna zarokên ku dest bi perwerdehiya hunerî kiribûn şahiyekê li dar xist. MED-DER li warê xwe belge da zarokên ku hatibûn perwerdekirin. Hevseroka Komeleya 78’an Halîse Badgî, endam, rêveber û gelek malbatên zarokan beşdar bûn. Baxçeyê saziyê bi nepoxên kesk, sor û zer hatin xemilandin. Di şahiyê de stranên “Zimanê kurdî”, “Elo dîno” û “Mizîrko” , “Gelo bê ka ew kî bû” hatin strandin.

‘Sed sal in polîtîkayên bişaftinê didomin’

Rêvebera MED-DER’ê Dîlan Guvenç da zanîn ku polîtîkayên bişaftinê her diçin li vî welatî bê ser û ber belav dibin û zarokên kurdan her roj di bin bişaftineke mezin de derbas dibin û wiha got: “Hûn jî dizanin ku perwerdehiya serdema nû ya fermî dest pê kir. Bi milyonan zarokên kurdan dê ji zimanê dayika xwe bêpar bimînin. Em vê yekê wekî sûcekî dibînin. Zimanê dayikê mafekî bingehîn e û em vê yekê jî wekî polîtîkayên bişaftinê digirin dest. Pêwiste em hinekî li ser mijara ‘divê em li dijî bişavtinê çi bikin?’ biaxivin. Polîtîkayên bişaftinê sed sal in didomin. Diyare ku dê her bidome jî. Lê di heman demê de jî têkoşîneke me jî heye. Ev malbat û zarokên hatine vir jî ji bo zimanê xwe têdikoşin. Em bi vê yekê kêfxweş in û divê em li her qadên jiyanê bi zimanê kurdî biaxivin, binivîsin. Daxwaza me ji malbatan ew e ku ev kargeh tenê li vir sînordar nemîne û her danûstandin bila bi zimanê kurdî be.”

Zarokan piştî belgeyên xwe bi kêfxweşî girtin, li gel malbat û mamosteyan govend gerandin û bername bi dawî bû.