2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Lîstika “Dewrêş an Gudo” rastî eleqeyeke mezin hat

Lîstikên meha Îlonê ya ewil "Derwêş an Gudo" hat leystin. Temaşevanan eleqeyek mezin nîşanî lîstikê da

Komeke şanogerên ji zanîngeha Dihokê ya başûrê Kurdistanê hatin Amedê bi leystika “Derwêş an Guda” derketin ser dikê. Li eywana şanoyê bi sedan temaşevan kom bûn. Lîstikvanan di leystikê de gelek peyamên balkêş dan temaşevanan. Peyamên wekî şerê li dijî kurdan û hevkarên wan hat dayîn. Şanogeran di nava lîstikê de car caran dirûşmeyên “Jin jiyan azadî”, “Bese welat di nav çar dîwaran de ye” û ”Bila êdî dîwar ji holê rabin” berz kirin. Piştî ku şano bi dawî bû lîstikvanê Koma Hinek Henek Ozcan Ateş spasiya komê kir û wiha got: “Em spasiya hemû hevalên me yên ku keda wan di vê lîstikê derbas bûye dikin. Dê komeke din a Dihokê dîsa bê li vir skecên xwe bilîzin. Kesên ku rewşa wan a aboriyê tune be jî em dîsa jî dikarin wan bikin mêvanên mala şanoyê. “